Dêlikeke cîranê me ya reş heye. Heywaneke pir nerehet û har e. Navê wê bi swêdî “Bella” ye, em jê ra dibêjin “Bela.”!
Bi rastî jî dêlikeke bela ye. Ez pir hevza xwe jê dikim.
Dema li hewşê be kî ji kuçê bibihure, cîran ne cîran, nas ne nas qet pere ferq nake, miheqeq ewê herê, ewê bireyê.
Jinika reben bi rehetî çuqasî pê ra dipeyive, jê ra dibêje neçe xelkê, vana cîran in lê pere nake. Ne guh dide gotinên jinikê û ne jî şayişan jê dike.
Heta dema zarokên wan jî tên serdana wan, ew jî ji reyîn û êrîşa “Bella”yê para xwe digrin. Heta pîrê(heger ew tenê li mal be)wê aş dike çermê eniya wê diqete.
Gava pîrê wê derdixe gerê jî pir êrîşkar e, nayê zeftê, wek bergîrekê(yeka reş a porhinc û gir e) xwe vir da û wê da radikşîne û diçe xelkê. Heger ne qayişa hustuyê wê be ez bawer dikim ewê rojê çend kesan dabarîne.
Lê pîrê pir lê miqate ye û nahêle tu carî xwe nêzî rêwiyan bike. Dema yek ji ber wan derbas be, pîrê qayişa hustuyê wê baş dikşîne û bi toqa wê digre. Ne xwe dikane rahîje xelkê.
Çima?
Ji ber ku ji pîrê natirse. Loma jî guh nade emrên pîrî.
Lê gava mêrê pîrê wê derdixe der, dibe wek kereke guhdirêj, meriv dibêje qey ew ”Bella” har çûye û yeka milahîm hatiye.
Ne xwe vir da û wê da radikşîne, ne diewte, ne jî kesî nerehet dike. Yanî dibe wek kerekê, meriv dikane barê xwe jî lêke.
Çima?
Ji ber ku ji mêrik ditirse, hesaban jê dike. Loma jî ji emrê wî dernakeve. Dema derkeve, ew dizane ku ewê ceza bibe.
Ne heywan tenê, însan jî wiha ne, dema ji kesî ”netirsin” yanî hesabê tu dezgehê, tu qanûnê, tu organê nekin nayên zeftê, dilê wan, menfeeta wan çi û çawa bixwaze wer bikin.
Yanî dibin wek generalên tirkan!
Heger generalên artêşa Tirkiyê jî wek dêlika ”Bellayê”, ew jî ji xwediyên xwe bitirsiyane ewê hewqas bêperwa nebûna.
Lê mêrikan qurişekî xwe jî di qanûnan, di hukûmetê, di serokkomar û serokwezîr nadin. Loma jî kînga dilê wan bixwaze, însanan dikujin û didin kuştin.
Lê sûc ne yê generalan e, xwediyên wan ne tu meriv in. Erê hukûmet in, lê hukum ne di destê wan da ye.
Bala xwe bidinê dilê wan, menfeeta wan çawa dixwaze wer dikin. Ne guh didin hukûmetê û ne jî kesekî din.
Heger menfeeata wan teşxelê û tevlihevîyê bixwaze, teşxelê û tevliheviyê derdixin.
Hger dilê wan teqandina bombeyan bixwaze, tavilê pê li qumça ”dewleta kûr” dikin û li vir û li wir sabotajan dikin, bombeyan didin teqandin, însanan qetil dikin, xwînê diherikînin.
Heger dilê wan bixwaze bi riya medyaya di emrê xwe da tavilê şerekî psîkolojîk didin destpêkrin û qiyametê radikin.
Dema ev jî têr neke, çend qetlîamên mezin dikin, ji kurdan 10-15 kesan gullebaran dikin û dixin hustuyê PKK-ê.
Ku ev jî têr neke, îcar ji leşkerên xwe 10-15 kesan dikujin ya jî bi hawakî didin kuştin. Û helbet wê jî dixin hustuyê PKK-ê.
Wer xuya ye van bûyerên dawî yên li Hemikana gundê Bêşebabê û li Şirnexê li gor vê programê tên meşandin. Yanî wek gelek caran, general dîsa rasto-çep lêdixin.
Van qetlîaman dikin, ji bo ku kurdên bakur baş serkut û terorîze bikin.
Ji bo ku maf û dezgehên heyî paş da ji wan bistînin.
Ji bo ku rê li ber guhertin û reformên demokratîk yên ku Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze bigrin.
Çimkî pir hindik dikane feydeya van reforman bigihîje kurdan jî.
Van qetlîaman dikin, ji bo ku bahane û zemîna êrîşa ser Kurdistana azad peyda bikin.
Baş e, meriv dikane bipirse, hukûmet li ku ye û çi dike?
Hukûmet ketiye hewla ruhê xwe. Ji bo ku artêş wek Erbekan, wan jî bi pihînekê ji ser kursiyên wan negindirîne Erdogan û Gulê bizok amadene ku her babet emrên generalan bînin cî. Ji xwe ji berê da ye mafê tu hukûmetê tuneye ku têkilî siyaseta artêşê ya li hember kurdan bibe. Îro jî ev siyaset berdewam e.
Netîce, heta ku siyasetmedarên tirk tirsonekên wek Erdogan û Gul bin, leşkerê tim wek xwe bikin.
Yanî heta ku axê me Om be ewê xwelî tim li serê me kom be!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar