Di teşbîhê da xeta tuneye, gotinek pêşiyên kurdan heye, dibêjin "Kûçik ji kê bitirse bi wî alî da direye”
Tirk ji me ditirsin, loma jî hewqasî dijminatî û berberiya me dikin. Loma jî gav û seetê hewqas heqaret û zilmê li me dikin. Tiştên di rojname û telewîzyonan da ji me ra dibêjin, meriv kûçikan ra jî nabêje.
Ji ber ku 12 leşkerên wan hatine kuştin. Heqaretên mezin li kurdan dikin. Şehîdên me qet însan nahesibînin.
Ne qebûl dikin em ji yên xwe ra bibêjin şehîd û ne jî li ser gorrên wan bigrîn.
Xwedê aqilekî bide van tirkan!
Baş diyar bû ku di şerê li devera Oremar a Çulemêrgê ku du roj berê di nabêna gerîllayên PKK-ê û leşerên tirk da derketibû, 12 leşkerên tirk hatine kuştin, 16 birîndar bûne û heyşt(8) jî êsîr ketine destên gerîlla.
Serekerkanê Tirkiyê, do bi beyanekê berê mesela heyşt êsîran înkar kir û got derew eû di şer da jî me 33 ”terorîst” kuştine.
Lê îro derket ortê ku îddîayên PKK-ê rast in. Yanî 8 leşker di destê wan da ne.
Çimkî PKK-ê navê her heyşt leşkeran jî belav kir. Li ser vê, artêşa tirk jî mesele qebûl kir. Bê guman ev çalakiya gerîlla wek sîleyekê li nav çavên Serekerkanê Tirkyê ket û li hember bîrûraya giştî ew û artêşa wî rezîl û riswa kir.
Ji ber ku hêzên tirk yên leşkerî ev demeke ku bi leşkerekî gelkî giran, bi hezaran tank, top, helîkopter û balafirên leşkerî li pey gerîllayên PKK-ê ne û bi şev roj êrîşê dibin ser wan. Di bin êrîşeke wiha dijwar da pêkanîna çalakiyeke wiha, helbet ji bo gerîlla serkeftineke mezin û ji bo artêşa tirk jî şikestin e.
Tirk li hember vê zaafîata artêşa xwe dîn û har bûne. Ev du roj in li seranserê Tirkiyê bi sedan, bi hezaran tirk û hêzên faşîst wek gurên devbixwîn bi hev dikevin û êrîşê dibin ser bînayên DTP, avahiyên partiyê, mal û dikanên kurdan, wan talan dikin û dişewitînin. Wek carên din, dîsa li kolanan kurdan bi lêdanê lîc dikin.
Haşer mahşerek rabûye, heyhawar!
Ew bi xwe bi hezaran leşkerên xwe dişînin ser xelkê ji bo ku wan bikujin. Lê dema ew tên kuştin wek pisikan qajînî bi wan dikeve, dikin gazî û hawar û qiyametê radikin. Nikanin bi gerîllayên serê çiyê, êrîşî xelkê sivîl, yên bê parastin dikin. Bi sedan, bi hezaran însan bi rengî ne însanî êrîşî dikanekê, malekê dikin.
Hêzên ewlekariyê wek her tim, dîsa piştî bûyeran midaxele dikin. Yanî berê çete û qatilên xwe yên destbixwîn top dikin, dajon ser kurdan, têr li wan dixin û dû ra dibêjin bes e.
Ji xwe ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk ya faşîst gelê kurd bi vê wahşetê terorîze û serkut dike. Her cara ku leşkerekî wan were kuştin dewlet çeteyên xwe dişîne ser kurdan û neheqiyên nemirovane li wan dikin.
Di rojên wiha da hemû medya tirk, bêîstîsna li hember kurdan dibe berdevk û borozanê faşîstan. Gav û setê gel li hember kurdan pîj û tahrîk dikin. Ev du roj in dîsa ferman rakirine, kesê ku çend seetan li van telewîzyonan mêze bike, dikane bi rehetî her kurdî şerjê bike û xwîna wî vexwe.
Dîroka dûr û nêzîk nîşan daye ku meriv nikane kamilî û însaniyetê ji vî miletê nezan, cahil û ne medenî bipê. Bela sebeb navê wan wek ”tirkên barbar” li cîhanê belav nebûye.
Çawa ku ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, ji mirovên cahil û hov jî başî, rindî û însaniyet peyda nabe. Ew nikanin li hember xelk û miletên din bînfire, xwedî ûjdan û merhemet bin, heqnas û adil bin. Karê wan zilm, xerakirin, talan, îşxal û kuştine. Pêşiyên wan jî bi vî rengî li ser koka xelkê rûniştin û ew jî dixwzin vî qerekterê xwe bidomînin.
Kurd ne tenê li hember tirkan, li hember ereb û farisan jî ji bo serxwebûn azadiya xwe şer kirin û dikin. Lê heta niha min qet carekê jî nebihîstiye ku gelê faris û ereb li Tehranê, li Bexdayê, li Şamê ya jî li bajarên din, ji ber ku kurd li hember dewletên van miletan şer dikin gelên wan êrîş biribin ser kurdên sivîl û ew lînc kiribin, mal û dikanên wan şewitandibin.
Ev barbarî û zilm tenê mexsûsî tirkan e.
Li alîkî divê kurd li hember van êrîşan nequtifin û bêdeng nemînin, divê xwe bidin ser hev û bi rengekî medenî dengê xwe bilind bikin, li aliyê din jî divê van êrîş û hovîtiyên tirkan raxin ber çavên cîhanê. Rêxistinên kurdan, dezgeyên kurdan yên medyayê divê cîhana medenî ji van êrşên tirkan agahdar bikin, divê dinya bibîne ku dewleta tirk, miletê tirk çi tîne serê me kurdan. Ev yek gelkî mihîm e. Divê em xîtabî ûjdan û dilê însanên cîhanê bikin, divê cîhan bibîne ku tirk çi zilmê lim e dikin? Çimkî gelek caran dostanî û alîkariya însanan ji ya dewletan gelkî bi hêztir e.
Ya din tirk wisa bawer dikin ku ewê bi gefan, bi teror û kuştinê çavê kurdan bitirsînin û wan ji hev dûr xin.
Lê ew wek gelek caran, îcar jî hesabekî çewt dikin, li hember kurdên başûr bi vê şêla xwe ya dijminane û bi van êrîşan tenê me nêzî hev dikin.
Êdî kurdên başûr jî dibînin, heta ku em di bindestên tirkan da bin tu rehetî ji wan ra jî tuneye.
Yanî tirkan qedera me bi hev va girê daye. Ew çiqasî êrîşê bibin ser wan, ewê hewqasî nêzî me bibin û ji bo rizgarbûna me ji me ra bibin piştvan û alîkar.
Bi kurtî tirk bi vê siyaseta xwe ya ”îmha” û ”înkarê”, bi van êrîşên xwe yên ne însanî tenê ehmeqiyê dikin.
Lê çi heyf ku dermanê ehmeqiyê tuneye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar