27 oktober 2007

Hevîrê tirkan ewê hîn gelek av hilkişîne

Êrîşên Tirkiyê yên rojên dawî careke din jî nîşan didin ku tirk bi rehetî dev ji miletê kurd bernadin.

Û heta zorê nebînin ewê tu carî jî bernedin.

Carê divê ne em kurdên Tirkiyê tenê, hemû kurd, wek milet vê dijminatiya tirkan ya pir kûr û bêderman bizanibin.

Û hesabê xwe jî li gor wê bikin.

Em nîjadperest û faşîstên tirkan bidin aliyekî, tirkên normal jî hebûna miletê kurd, di nava sînorên dewleteke din da be jî wek sebebê mirin û tunebûna xwe dibînin.

Faşîstên wan jî wiha difikirin, çend îstîsna ne tê da, hemû dîndar û çepên wan jî wiha difirin.

Di van 30 salên dawî da me kurdan ji îktîdara leşkeran bigre, heta bi ya sosyaldemokrat û dîndaran gelek îktîdar dît, gelek partiyên cuda hatin ser hukim, lê li hember kurdan hemûyan jî her eynî siyaset meşandin:

-Teror, înkar, îmha û xapadin.

Jiyanê bi hukûmeta AKP-ê jî nîşanî gelek kurdên saf, nezan û kêmaqil da ku di mesela dijminatî û wendakirna kurdan da di nabêna CHP-ê û AKP-ê da, di nabêna Baykal û Erdogan da ferqeke herî biçûk jî tuneye.

Di vî warî da divê em xwe nexapînin û ji ba xwe “ferqên” tune îcad nekin.

Berê min ji xwe ra digot, belkî keftarên wek Ecevît, Demîrel, Erbekan, Baykal û yên di salên wan da bimrin, piştî wan hin cîlên nuh rabin, ewê bêtir medenî û însan bin, ewê bêtir demokrat bin û bi riyeke demokratîk mafê kurdan bidin.

Lê dema meriv bala xwe dide serok û cîlên tirkan yên nuh, meriv dibêje heft xwezî bi yên kevn.

Heger yên berê gur bûn, evên nuh keftar in. Yanî ji pêşiyên xwe hartir û zalimtir in.

Êrîş û meşên miletê tirk yên van rojên dawî, gotin û gefên siyasetmedarên wan, heqaret û sixêfên ji me kurdan ra tên kirin îspata dike ku tirk wek dewlet, wek hukûmet û wek milet ne amadene ku mafekî millî yê herî biçûk jî bidin me.

Yanî ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Tirs û xofa avabûna dewleta kurd wek kabûsekî ketiye ser dilê her mirovê tirk. Li gor her tirkî, çêbûna dewleteke kurd, têkçûn û wendabûna dewleta Tirkiyeyê ye.

Û ji bo ku dewleta kurd, ne niha û ne jî di pêşerojê da çênebe, divê li ruyê cîhanê miletekî bi navê “kurd” jî nemîne.

Loma jî nahêlin wek milet em li welatekî din jî bibin xwedî maf û desthilat.

Loma jî tu carî naxwazin li Tirkiyê ya jî li welatekî din hebûna me wek milet qebûl bikin.

Ji ber vê yekêye jî navê me, navê welatê me, navê serokên me tu carî nagrin ser zimanê xwe. Heta ne tenê ew, nahêlin li tu dera cîhanê şexsekî din jî navê welatê me, Kurdistanê bigre ser zimanê xwe.

Dixwaze bira ev şexs serokê Emerîka be.

Ji bo wan qet ferq nake.

Wek dewlet, wek milet, wek çapemenî êrîşê dibin ser û protesto dikin.

Ji ber ku tirk dibêjin:

-Dema em navê welat û meqamê serokên kurdan bigrin ser zimanê xwe, wê demê em hebûna kurdan û hukûmeta wan jî qebûl dikin.

Loma jî heger kurdek serokkomar be jî(nimûne Mam Celal e) pê ra napeyivin, wî venaxwînin welatê xwe.

Ji ber ku naxwzin xaliya sor li ber nigê kurdekî raxin, ev yek bi serokên tirkan zor tê.

Heger kurdek di heyeta welatekî da be jî bi heyetê ra rûnanin, heger rojnamevanekî kurd di civînekê da be, naçin wê civînê.

Bi kurtî divê kurd li cîhanê tunebin, divê ev cîhan ji kurdan bête paqijkirin. Li cîhanê hebûna kurdan cî li tirkan teng dike.

Li gor anketeke rojnameya Îngilîz Fînancial Times, ji her 10 tirk î 9-ê wan bi çavên dijminatiyê li Emerîka dinêrin.

Ji ber çi?

Çimkî Emerîka nahêle êrîşî kurdan bikin.

Yanî ji sedî nodê dijminatiya tirkan ya li hember Emerîka di esasê xwe da li hember kurdan e. Ji 10-an 1-ê din jî ji xwe kurd e. Yanî meriv dikane bibêje ku hema hema ji sedî sedê tirkan îro bi çavên dijmin li hemû kurdan dinêrin.

Ji ber ku tirk bi çavên dijminê xwe yê qanî qanî li kurdan dinêrin, loma jî naxwazin kurd li tu dera cîhanê bibin xwedî maf û desthilat.

Ji ber ku mesele ev e, loma jî tu carî nikanin gelşa xwe bi kurdan ra çareser bikin, çimkî hebûna kurdan qebûl nakin.

Loma jî, hemû hewildanên dîplomatîk, liberger û pişo pişoya kurdan , rica û daxwazên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, Rûsya,Yekîtiya Ereban û serokên gelek dewletên din bi qasî serê derziyê jî tesîrê li tirkan nake. Kî çi dibêje, dinya li dijî wan e ne li dijî wan e ji bo wan qet ferq nake.

Ew ji ya xwe nayên xwar û tim ya xwe dubare dikin:

-Heta yek terorîst jî bimîne emê şerê xwe bidomînin.


Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Buyukanit, di beyana xwe ya îro da bi rengekî dijminane û pir vekirî got:

-Yên ku ev êş bi me dane kişandin, emê wan êşan, bi şiklekî ku ew nikanibin xeyal bikin bi wan bidin kişandin.

Maneya van gotinên Buyukanit, emê tiştên wer bînin serê kurdan, êşên wer bi kurdan bidin kişand ku qet nayê bîr û xeyala kesekî, her kesê matmayî bimîne.

Gelo ewê kanibin dînîtiyeke weha bikin?

Bi baweriya min heger ji destê wan bê û dinya jî bêdeng bimîne ewê bikin. Wek rejîma Naziyan ewê bixwazin me wek kurd li her dera cîhanê biqedînin.

Di vî warî da du faktorên girîng li hember planên tirkan bûne asteng, yek hebûna Emerîka li herêmê ye û ya din jî sempetiya cîhanê li hember mafê miletê kurd e.

Li gel vê jî heta ku bivikê nebînin, ço di ser serê wan ra neheze ewê dev ji kurdên başûr û Kurdistana Federe bernedin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE