Serokerkanê artêşa tirk Yaşar Buyukanit di axaftina xwe ya do da dîsa bi zimanekî tûj û diminane êrîş bir ser miletê kurd, ser tevgera kurdan ya siyasî û bi taybetî jî hebûna Kurdistana Federal ya jî çêbûna Kurdistaneke serbixwe ji bo Tirkiyê wek tahlûkeyek pir mezin nîşan da. Li gor Buyukanit heta ku DTP û parlamenterên wê di Meclîsa Tirkiyê da bin ji wan ra rehetî tuneye.
Ji bo ku Tirkiye rehet bike, dibê tevgera gelê kurd ya demokratîk û siyasî bi temamî bête pelçiqandin û Kurdistana Federe jî nemîne.
Li alî din artêş ne hukûmetê û nej î Serokkomar nas dike. Hukûmet çi dike, Serokkomar çi dibêje artêş qet guh nadê, ew siyasetek li gor dilê xwe dimeşînin.
Do Meclîs vebû, Abdullah Gul peyivî lê Serokerkan beşdar nebû. Leşker beşdarî resepsiyona vebûna Meclîsê jî nebûn. Serokerkan çû li dereke din axaftineke mişt tehdît kir.
Yanî bi kinî artêş pênc qurişê xwe jî di Serokkomar û hukûmeta AKP-ê nade. Û bi her hawî nîşan dide ku dev ji kurdan jî bernadin. Ne tenê kurdên bindestên xwe, kurdên başûr jî di nava hedefên artêşa Tirk da ne.
Tiştên meriv ji kirin û axaftinên generalên tirk derdidixe zû ya jî dereng ewê darbeyeke din bikin. Ji ber ku derbasbûna demê di eleyhê xwe da dibînin. Her ku dihere, Tirkiye nêzî endametiya Ewrûpayê dibe, kurd him li Tirkiyê û him jî li Başûr bi pêş dikekevin û hêdî hêdî dibin xwedî maf û statuyeke siyasî. Ev yek dewleta kûr û artêşa tirk pir ditirsîne. Loma jî bêyî darbeyeke leşkerî tu riyeke din nabînin.
Qetlîama Şirnexê haziriya vê darbeyê ye. Bombeyên li vir û li wir diteqin hemû jî amadeyiyên vê hedefê ne.
Li gor generalan ancax darbeyeke leşkerî dikane rê li ber pêşketina AKP-ê, endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê û serxwebûna kurdên başûr bigre.
Dikane were pirsîn, baş e wê demê li benda çi ne, ji bo çi dest nadin ser hukim?
Bê guman darbe her tim nabe, dibê şert werin amedekirin. Yanî dibê wezna wê were.
Artêş bi van kirinên xwe yên dawî; bi qetlîama, Şirnexê, bi teqandina bombeya li Îzmîrê, bi axaftina Yaşar Buyukanit ya do û gelek tiştên din gav bi gav nêzî darbeyeke din dibe. Hedef jî dîsa kurd in. Dibê em kurd qet xwe nexapînin siyaseta artêşê ji nêz va taqîb bikin û li gor wê tedbîrên xwe bigrin.
Ez hêvî dikim ku texmînên min hemû pûç bin û li Tirkiyê darbeyek din nebe. Lê îro şertên bûnê ji yên nebûnê zêdetir in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar