Mele di şînê da şîret li cimatê dikir, digot:
-Mêrikê misilman gere tu carî bêbextiyê û derewan neke, malê
xelkê nexwe û ji nimêj û rociya xwe nemîne. Çimkî meriv li vê dinyê çi biçîne,
merivê li wê dinyê jî wiya biçine.
Li ser vê nutqa sofî, ji cimatê yekî got:
-Sofî, ez ne zanim tiştekî biçînim û ne jî biçinim. Ma tu
dibê li wê dinyê halê min ewê çi be ?
Sofî got:
-Heyran, Xwedê xefûr û rehîm e, qey ewê tasek ceh bide te
jî.
Gayê apê Qaşxûn ketibû dest, ne ji cot ra dibû û ne jî ji şerjêkirinê
ra. Rabû bir bajêr ji bo ku bifroşe. Roja din gundiyan bala xwe danê ku waye apê
Qaşxûn gayê xwe nefrotiye, paş da aniye. Meraq kirin, gotin:
-Apê Qaşxûn, ma te çima nefrot, qey kesî tiştek tê neda ?
Apê Qaşxûn got:
-Na wele ne ku kesî tişt tê neda. Li mazatê delalê min wer
pesnê wî da, wer pesnê wî da, êdî destê min lê negeriya ku bifroşim.
Emrê şerîetê
Xoce Nesredîn rojekê gustîleke pirr bi qîmet li erdê dît.
Xoce dixwest gustîl jê ra bimîne. Lê li gor şerîetê jî gava yekî tiştek li erdê
dît, dibê here li meydana bajêr bi dengekî bilind sê caran bang ke, bibêje ev
tişt yê kê ye? Ku xwedî lê derneket, wê gavê dikane ji xwe re hilîne. Xoce jî
mecbûr bû vî emrê şerîetê bi cî bîne.
Serê sibê zû rabû çû meydana bajêr û sê caran bang kir, got:
-Ev gustîl ya kê ye ?
Bi dengê sisiyan ra însan li dorê kom bûn. Gotin Xoce mesele
çiye,
tu ji bo çi bang dikî ?
Xoce got:
-Li gor şerîetê dibê ez sê caran bang kim. Heger ez cara çaran
jî bang kim, dibe ku sûc be. Lema jî ez nakim çar. Lê ez kanim ji we ra tiş tekî
din bibêjim. Nuha ez xwediyê gustîla zêr im.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar