18 mars 2021

Bi duakirinê em ji vî halî xelas nabin

Kurtankirê bajêr (hostê palikê keran, qantiran û bergîran çê dike) mir, hosteyekî nuh ket dewsa wî, karê wî domand.

Lê hosteyê nuh yekî xeşîm bû, nizanîbû kurtanên baş çêkira, kurtanên çê dikirin ji yên hostê berê xerabtir bûn.

Ji ber kurtanên wî yên xaro-maro kerên bajêr perîşan bûn, çimkî kurtanên wî li pişta keran dixist, pişt li hemû keran kurmî kiribû. Ji ber birînên kurtên tebatî nedihat keran.

Rojekê kerên bajêr giş li hev civiyan, dest bi duakirinê kirin, gotin:

- Ya Rebî tu me ji vî kurtankerî xelas bikî, ya Rebî tu me ji vî kurtankerî xelas bikî !

Xwedê du’a wan qebûl kir, ew hoste jî mir û kurtankirekî din hat bajêr.
Lê ew ji yê çûyî hîn xerabtir bû. Vê yekê demeke dûr û dirêj wiha dom kir. Lê keran jî tim du’a kirin, gotin ”ya Rebî tu me ji vî kurtankerî jî nuh xelas bikî”, ew ji yê berê xerabtir e. Kîjan kurtankir dihat, ew ji yê din xerabtir derdiket, ker jî tim poşman dibûn, digotin xwezî bi yê din.

Dawiya dawî rojekê kerekî jîr, xwedî tercûbe got:

-Hevalno, werin em dev ji vê du’ayê berdin, ji xwe ra li riyeke din bigerin. Ji ber ku heta îro me tu xêreke wê nedît. Kîjan kurtankir tê, ji yê din xerabtir derdikeve, palikên hîn xerabtir li me dikeve.

Kerên din giş îqna bûn, gotin wele tu rast dibêjî. Lê bi ya te di dewsa wê da em çi du’ayê bikin, çi bibêjin:

Kerê jîr û biaqil got:

- Hema ji dêlî ku em dibêjin, ya Rebî tu me ji vî kurtankirî xelas bikî, em bibêjin, “a Rebî tu me ji vê kerîtiyê xelas bike, ewê gelekî çêtir be !

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye, ev sed sal e li Tirkiyê gelek kes hatin ser hukum û çûn, me tim hêvî kir yê were ji yê berê çêtir be. Lê kîjan hat ji yê çûyî baştir derneket.

Me got Ataturk xerab e, belkî Îsmet Înunu baştir be, lê wer derneket, ew jê xerabtir derket, mala me şewitand.

Me got belkî Menderes baştir be, lê ew jî baştir derneket, tu fêde neda me, em azad nebûn.

Me got belkî Duleyman Demîrel baştir be, lê jji yên berî xwe xerabtir derket, em hêvîşikestî bûn, hedefa wî jî wendakirina me bû.

Dû ra me got belkî Ecevîtê sosyaldemokrat baş be, ew mafê me bide me, lê ew jî baş derneket, wî jî barê me sivik nekir, mafê me neda me, hebûna qebûl nekir.

Dawiya dawî hêvî li Erdogan hat girêdan, ji me hinekan gotin, efendim yên berê giş kemalîst bûn, irqçî bûn, lema mafê me nedan, mesela kurd û Kurdistanê qebûl nekirin.

Lê Erdogan, hêzên îslamî ewê mafê me bidin û bi vê hêvîyê gelekan desteg dan Erdogan, gelek bûn hevalên wî.

Lê piştî 19 sal îktîdara AKPê me bi çavê serê xwe dît Erdogan ji yên berî xwe, îslamî ji kemalîstan ne baştir in, ew jî bi qasî kemalîstan û faşîstan neyarên me ne û dixwazin me bihelînin, bikin tirk.

Lema çare ne “kurtankirekî” nuh e, azadî û serxwevûn e, dibê em kurd ji bin vê bindestiyê xelas bin, bibin xwedî dewleteke netewî. Dua me, xebata me dibê ji bona vê yekê be, vê hedefê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE