18 mars 2021

Tu guh nedî girîyê min

Dawet bû, berbuyan bûk derdixistin. Bavê bûkê bala xwe dayê keça wî kûre kûra wê ye digrî. Bav e, dilê wî xera bû. Çû ba keça xwe, bi henûnî jê ra got:

-Keça min, heger ne bi dilê te ye ji bavê xwe re bibêje, ez te nadim.

Bûkê bi hîskînî got:

-Bavo tu guh nedî girîyê min, ez him digrîm, him jî diherim.

 

Gotina piraniyê

Di nexweşxana aqil de tixtor ji nexweşê xwe hin pirs dipirsîn:

-Bi qasî ku ez dibînim tu merivekî tebitî û sakîn î. Ji bo çi tu anîn vira?

Mêrikê nexweş piştî ku bîstekê fikirî got:

-Ji bo ku min ji yên li der û dora xwe ra digot hûn dînin û her kesî jî ji min ra digot na, tu dîn î.

-Ê dûre çawa bû?

-Ma ewê çawa be, helbet gotina piraniyê qebûl bû.

 

Samîmîyeta axê

Axê bala xwe dayê xulam di kar da qelpiyan dike, baş naxebite. Bang kirê, di guhê wî da got:

-Kutik, baş bixebite !

Kêfa xulêm gelekî ji vê xebera axê ra hat. Êvarî bi fexir ji xanima xwe ra got:

-Xatûn, tu zanî îro axa bi min ra pirr samîmî bû, di guhê min da got ”kutik” !

Jinik hêrs bû, got:

-Kêmaqil, ma axayê hîn ji te ra çi bibêje, gotiye kûçik !

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE