19 mars 2021

Ji bo ku meriv li dijî zulma li mebûsên HDPê dikin derkeve ne şert e meriv hevalê wan be


Ji bo ku meriv li dijî zulm û nehqiya li parlamenter û endamên HDPê dibe derkeve ne şert e meriv endamê HDPê be û siyaseta wê biparêze.

Ez ne endam û dilxwazê HDPê me, min tu carî jî raya xwe nedaye HDPê û kêfa xwe ji siyaseta wê ra neanîye.

Ez tim li dijî HDPê û partiya Tirkiyê bûme. Di hilbijartinan da min gotiye dibê kurd piştgiriya HDPê nekin.


Lê belê ev yek nabe sebebê li hemberî zulma li parlamenter û endamên HDPê dikin ezê bêdeng bimînim ya jî kêfxweş bibim. Ez şêleke wiha rast nabînim.

HDP ne partîyeke kurdî ye, lê ne partiyeke irqçî, antî-kurd e, neyartiya kurdan nake. Kesên zulm li wan dibe ne merivên xerab in, ne dijminên kurdan in, dostên û xêrxwazên kurdan in.

Ji ber ku em wek hev nafikirin, ji ber ku ez li dijî siyaseta HDPê me ez ji pelçiqandina HDPyiyan ra li çepika naxim.

Wek kurdekî welatparêz, serxwebûnxwaz helbet ezê li hemberî zulma li parlamenter û endamên HDPê dikin bêdeng nemînim, vê zulmê rexne bikim.
Bi baweriya min bêdengî ya jî kêfxweşbûna bi tiştên tînin serê HDPê ne şêlekê însanî ye, kî viya tercîh bike jî ez nakim.

XXX

Li Tirkiyê û Kurdistana bakur kurd bûne yahûdîyên Almanyayê û koalîsyona îslamî-faşîst jî bûye äktädara nazî.

Bi şev û roj wer li pey nêçîra kurdan e, vêsê bi berbangê ra dîsa girtine ser gelek malan û 25 kes girtine. Li hemberî miletekî dijminatîyeke bi vî rengî li tu dera dinyayê nehatiye dîtin, dikin me bi saxî bixun, giş bûne yamyam.

XXX

Hin kurdên naxwazin bavêjin ji AKPê da ya jî ditirsin bi xerabî qala AKPê û Erdogan bikin, gava keysê dibînin, gava wezna wê tê, dilên xwe li kemalîstan rehet dikin, heta ji wan tê, direqînin kemalîstan, zalimî û xerabiyên bi kurdan kirine li dû hev rêz dikin.

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Erdogan û îslamîst ji kemalîstan gelkî baştir in.

Di rexnekirin û ricimandina kemalîstan da tahlûke tuneye, lê di ya Erdogan û îslamîstan bivik heye, lema jî xwe ne li gurê har, xwe li kerê mirî radişînin.

Cambazên siyasetê ne hindik in, nigên xwe nadin ciyê şematok, dilê kesî ji xwe nahêlin, ne nabêna xwe bi Erdogan ra xera dikin, ne jî bi kurdan ra. Xweş îdare dikin, baş li hev radigrin. Helel be ji we ra !

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE