19 mars 2021

Rû bikene jî dil xemgîn e

 


Tiştekî pir xerîb û ecêb e, kî rismê meriv digre dibêje ”bikene”, hinekî bimizice. Tu risimkêş, tu carî nabêje mirûzê xwe tahl bike, kelogirî bibe, bigrî !
Kî be jî dixwaze meriv di risim da rûliken be.

Ev risim li mitpaxa mala me hatiye girtin, kê girtiye, kînga hatiye girtin ez nizanim. Îro lê rast hatim, di van rojên xembar da kêfa min ji vê rûkeniya min ra hat.

Erê ez dikenim, kêfa min li cî xuya dike, lê belê kenekî ji ber hesretê ye, di dilê min da hustuxwariya dûriya ji welêt heye. Rû bikene, dilşa xuya bike jî, dil xemgîn û hustuxwar e.

2 kommentarer:

  1. Bila ken û kêf ji te kêm nebe,
    hêja...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Mala te ava be. Bira ken û dilşadî tim para we be jî.

      Radera

PARVE BIKE