19 mars 2021

Ricayeke min ji partiyên kurdî heye !

Ricayeke min ji partiyên kurdî heye, bira belavok û beyanên we kesên bi kurmancî zanin bixwînin.
Kesên kurmanciya wan baş e bira bi medyayê ra bipeyivin. Kesên kurmancî baş nizanin û nikanin tekstekê serbest bixwînin, bira beyanên we nexwînin.
Dema li hemberî kamareyan yek nikane beyanekê, tekstekê bixwîne, him ji bo wî şexsî û ji bo jî ji bo partiyan ne xweş e, bi vî hawî kurmancî bêîtîbar dibe, madê meriv ji zimanê meriv digere. Eyb e wisa nekin !

Ma hûn beyanên xwe bi kesê tirkîya wî/wê xerab didin xwendin?

Tirkiya kê baş be ew beyanê dixwîne û dipeyive. Dibê hûn ji bo kurmancî jî wiha bikin.

Yên di telewîzyonan da wê kurmancîya xerab dibihîzin, lê temaşe dikin, kurmancî li ber çavê wan reş dibe, dibêjin heger kurdî ev e, ev ziman ji min ra ne lazim e, bira zarokên min vî zimanî fêr nebe baştir e.

Yê bi kurmancî dipeyive kurmanciya wî pir xerab e, nikane beyanê xweşik bixwîne, nikane serbest bipeyive û yê bi tirkî dipeyive tirkiya wî mikemel e, beyanê wek xatîbekî dixwîne.

Yanî yê bi kurmancî dipeyive, dixwîne tim yekî lalûte ye û yê bi tirkî dipeyive û dixwîne jî tim xatibekî pir baş e. Rica min ji we wiha nekin, heger ji nav we kesê bi  kurmancî baş zane tuneye, bi pera bi yekî din bidin xwendin.

Lê kesê bi kurmancî nizane, kurmanciya wî zeîf e bira li hemberî kamareyan nepeyive, beyanan nexwîne. Kurmancî li ber çavê xelkê reş û rezîl nekin, ne xweş e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE