20 mars 2021

Li Tirkiyê qanûn emrê Erdogan e

Bi qerarnameya serok Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Êdî kuştin û lêdana jinan serbesttir e, bêceza ye.

Huqûqzan dibêjin efendim ev bêqanûnî ye, Qanûna Bingehî mafekî wiha nade serokkomar, ew nikane vê peymanê betal bike.

Xwedê ji we razî, ma li Tirkiyê qanûn maye, hal maye?

Rast e, li gorî Qanûna Bingehî ne mimkûn e, lê belê li gorî Erdogan mimkûn e. Îro Tirkiye ne li gorî qanûnên hene, li gorî kêfa Erdogan tenê îdare dibe, ew çi bixwaze, wiya dike. Erdogan qurişekî xwe jî di qanûnan nade, çi dike jê ra dimîne. Lema wiha dike.

Ji bo ku mêrik kurdan dipelçiqîne, hefs dike, dikuje, kêfa tirkan tê, mixalefet ji van zorbatiyên wî ra dengê xwe nake.

Heta miletê kurd azad nebe, hûnê jî tim wiha rezîl û perîşan bin, wek merivê bi coronayê ketibe, hûn tim di karantînayê da bin, her kesê ji we bireve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE