Taha Xelîl
Rojnamevan û şairekî bi navê Taha Xelîl, di malpera Xwebûnê
da, li ser pirsa ”gelo romana kurdî heye?”
Gotiye: ” Dîsa dibêjim romana kurdî tuneye, lê çend romanên kurdî hene.”
Viya bû wek hokus pokusa sihêrbazan, him ”romana kurdî tuneye”, him jî ”çend
romanên kurdî hene.”
Ev çawa hesab e min fêm nekir. Tiştê ez zanim bi sedan romanên bi kurdî/kurmancî
hene. Em qala yên soranî, zazakî û lehçeyên din nakin.
Lê diyar e li gorî mîtroya Taha Xelîl ya edebî ew tişt-miştên pelapûçî ne,
lema jî wan ra wek roman nabîne.
Lê di hevpeyîvînê da tiştê meriv dibîne Taha Xelîl lêkolînek wiha nekiriye, qala romaneke kurmancî jî nekiriye, hema ji ji xwe ra reqandiyê, hestiyê zimên tuneye, çi hatiye bîra wî gotiye…
Vî camêrî Bavê Nazê texlîd kiriye, xwediyê vê îdeayê Bavê Nazê ye. Yanî patenta gotina ”romana kurdî tuneye” ya Bavê Nazê ye.
Diyar ev gotina Bavê Nazê ketiye serê Taha Xelîl jî, lema ew jî dibêje ”romana kurdî tuneye.”
Ev gotineke ne rast e, bêbingeh e. Biçûkdîtina ziman û edebîyata kurdî ye, heyraniya xelkê ye. Ji bo meriv dev ji erebî berneden e şert e meriv edebîyat û nivîskarên xwe hewqasî biçûk bibîne.
Romana kurdî heye. Lê yek kane bibêje romana kurdî zeîf e, zêde ne xurt e, bi pêş neketiye.
Ev yek rast e. Çimkî temenê romana kurmancî hîn nuh e, wek ya îngilîzî, fransî, almanî, îspanî û miletên din îmkana pêşketinê nedîtiye.
Lê dereng dest pê kiribe jî, hîn kamil nebûbe jî, zeîf be jî romana kurdî/kurmancî heye. Ji wan hinek baş in, hinek zeîf in, hinek jî zêde qels in. Lê belê wek şiîr û çîroka kurmancî, romana kurdî/kurmancî jî heye.
Lê ya ji vê jî xerabtir, Taha Xalîl ne tenê gotiye romana kurdî tuneye, camêr ji bo nivîskarên kurd, kesên bi kurdî dinivîsin jî gotiye ew ne nivîskarên kurd in, lê kesên bi erebî dinivîsin jî nivîskarên kurd in.
We şaş nexwend, camêr gotiye ”hin kes bi kurdî dinivîsin, lê ez wan nivîskarên kurd nabînim.”
Feqet negotiye ew nivîskarên kê ne?
Piştî ku “ne nivîskarên kurd in”, gelo ew nivîskarên cinan in, ya jî yên çînî ne?
Taha Xelîl xwe nivîskarekî kurd dibîne. Baş e, me qebûl. Lê nivîskarên Teha Xelîl wan nivîskarên kurd qebûl nake, yên kîjan miletî ne, ew çi navî li wan dike?
Dibê Taha Xelîl navekî li van feqîran ke, dibê bê nasname nemînin. Heqê wan jî heye bizanibin ew nivîskarên kê ne?
Nikanin bi bibin nivîskarên tirkî, erebî, çimkî bi wan zimanan nanivîsînin, bi kurdî dinivîsin.
Lê ji ber ku Taha Xelîl berhemên wan naecibîne, wan bêqîmet dibîne, lema wan wek nivîskarên kurd qebûl nake. Wê demê çi ne, nivîskarên kê û kîjan miletî ne?
Îdîayek, gotinek ancax kane hewqasî vala û beradayî be. Her kesê bi kurmancî romanê, çîrokan dinivîse ya jî tiştekî din dinivîse nivîskar û edîbê kurd e, kane nivîsarekî baş be ya jî zeîf be.
Taha Xelîl, berhemên wan di warê edebî da zeîf bibîne meriv fêm dike, ev mafê wî ye, lê kesê bi kurdî romanê, çîrokê dinivîse çima ewê ne nivîskarê kurd be aqilê min nagire.
Ka em bala xwe bidin vê îdîa Taha Xelîl:
”Hin kes bi zimanê kurdî dinivîsin lê ez wan wekî nivîskarên kurd nabînim, ji ber weke turîstekî li tiştan dinêrin û dinirxînin, tenê derve dibînin û pesnê tiştên dîtine dide.
Hinek din hene, bi zimanê biyanî dinivîsin lê ruh û can û hundir û mijar tev kurdî ye. Ez ê çawa bêjim ev berhem ne kurdî ye?
Li ba min wek mînak jî ez ê tiştekî din bînim ziman: Selîm Berekat û Yaşar Kemal her du ne bi zimanê xwe dinivîsînin lê wêjeya Selîm kurdî ye lê ya Yaşar na..”
Bi îhtîmaleke mezin Taha Xelîl bi erebî dinivîse, lema jî ji dêlî bibêje ”ez”, Selîm Berekat ji xwe ra kiriye mertal.
Edebîyat bi zimên dibe, meriv bi kîjan zimanî binivîse nivîskarê wî zimanî û wê edebîyatê ye, yê wî miletî ye. Eslê nivîskar, naveroka romanê, çîrokê vê yekê naguhere.
Swêdîyek, almanek, rûsek, erebek bi zimanên xwe li ser kurdan şaheseran jî binivîsin ne ew dibin nivîskarên kurd, ne jî roman û çîrakên wan dibin ya edebîyata kurdî.
Kurdên bi tirkî, bi erebî distirên ew sitranbêjên tirkî û erebî ne, eslên wan tu carî wan neke sitranbêjên kurd.
Yaşar Kemal jî, Selîm Berakat jî ne nivîskarên kurdî in, nivîskar û edebî tirkî û erebî ne, naverokên berhemên, wan nake edîb û nivîskarên kurd. Çimkî bi kurdî nanivîsin. Di edebîyatê da ziman esas e, eslê nivîskar û naveroka berhemê.
Lê Taha Xelîl vê rastiya nayê înkarkirin ji bo xatirê xwe belovacî dike, nivîskarên zimanê erebî dike nivîskarên kurd û yên kurd jî ji nivîskariya kurdî îxrac dike.
Weleh ez vê neheqîya li nivîskarên kurd qebûl nakim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar