17 mars 2021

HDP gerek parlamenterên xwe yek bi yek teslîmî guran neke

Tirkên îslamî û faşîst parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu jî ji parlamenteriyê xistin. Nuha jî ewê wî bigrin û têxin zindanê.

Tirk êdî naxwazin kurd di parlamentoya wa da hebin, lema jî kurdan û tirkên bi wan ra ji parlamentoya xwe davêjin û dû ra jî zindan dikin. Dema mazûban derîyê xwe li meriv girt, dibê meriv jî bi zor neçe, nebe mîvanê kesê meriv naxwaze.

Lê HDP eksê wê dike, bi parlamentoya tirkan ve zeliqîye, bûye qîr û jê naqete. Çima giş bi hev ra îstîfa nakin ez fêm nakim.

Qebûlkirina pelçiqandineke bi vî rengî qet ne xweş e, hustuxwarkirina li ber celad e, bi vê yekê HDP tiştekî qezenc nake.

Dibê HDP gaveke RADÎKAL bavêje, tiştekî deng û olan bide bike, bi vê hustuxwarî û silekiyê xwe rezîl kir. Dibê yeko yeko nekivin hefsê, giş bi hev ra dest bi tevgerekê bikin.
HDP gerek parlamenterên xwe yek bi yek  teslîmî guran û faşîstên îslamî neke, Gergerlîoglu bidin, sibe ewê eynî tiştî bînin serê çend hebên din.
Heger HDPê ji destpêkê ev zulm û zorbatî qebûl nekira, ewê wiha nebûye. 

 XXX

Meriv li mirinê nefikire baştir e, malmîratê meriv ditirsîne. Çêtir e meriv wê ji bîr bike û li kar û barên xwe bifikire; karekî bike, tiştekî bixuliqîne, tiştekî nuh fêr bibe. Kitêbek kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse.

Corona, nexweşiyeke nuh e. Dibê meriv jî di rojên coronayê da tiştekî nuh fêr bibe

 

XXX

Baş e ku li Tirkiyê koalîsyona îslamî-faşîst xeyalên kurdan nabîne. Heger xeyalên kurdan, ya dilê kurdan bidîtana, ewê ew jî ceza bikirana.

Xewn û xeyalên me jî wan ditirsîne.

Bira bitirsin. Bira bibizin. Bira biqutifin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE