16 mars 2021

Navên wan cihê bin jî fikir û îdeolojiyên wan yek e

 


Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, kurdê eslê xwe înkdar dike û dibêje ew tirkekî xoresanî ye û ji Erdogan bêtir tirk e, li dijî rakirina ”sonda xwendekaran” ya irqçî, faşîst derketiye; ji bo Devlet Bahçelîyê faşîst li dijî rakirina sondê dernakeve ew rexne kiriye, gotiye di vê sondê da irqçîtî tuneye, heger CHP were ser hukim ewê vê sondê bi paş da bînin.

Pîvaz çi sor, çi sipî, tirk ha faşîst,ha dîncî, ha sosyaldemokrat giş jî xerab û irqçiyên ji hev xerabtir in.
Dibê kurd xwe ji van tirkan dûr xin, ew dîwarekî tepikan(sergîn) e, meriv nikane pişta xwe bispêrê.

Kemal Kiliçdaroglu dixwaze zarokên kurd her sibe bibêjin "em tirk in, bira canê me fedayî miletê tirk be !"

Bira ev gotinên Kemal Kiliçdaroglu bi kesî xerîb û ecêb neyê, merivê bibe serokê CHPê ji xwe ne saxlem e.

 
XXX

Civata me pir lewitîye, ji pertav da ketiye.

Însan li hemberî karê herî xerab, heta îxaneta herî mezin jî dengê xwe nakin.

Siyaseta hizbîyatiyê gelek kurd bêexlaq kirine, gava ji cepheya wî/wê be, çi rezîliyê bike jî dengê xwe nake, rexne nake, xwe kerr û lal dike.

Ev îşareta rizîyayîya civatê ye. Bêdengiya civatê, siyasetmedar û ronakbîran xeraban, hevkarên dijmin cesûrtir dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE