Ziman
Armanc
Jimar 95-96
sal 1989
Li ser ziman û zanebûna zimanekî gelek wecîz hatine gotin.
Mesela, hatiye gotin:
-Ne ew zimanê wî ba wê qijikan çavê wî derxista.
-Ziman him dost e, him dijmin e.
-Ziman kilîta dilan e.
-Zimanê şîrîn mar ji qulê derdixe.
Ya jî:
-Zimanek merivek e, du ziman du meriv in.
Di jiyanê da yekcarnan meriv rastî hin bûyerên wisa tê wê
gavê bêhemdî gotinek wecîz a li ser wê yekê wek burûskekê di mejuyê meriv da
dişirqîne.
Li min jî wer hat.
Ji bo ku kurdên li Swêd jî tevî merasima cenazê rahmeti Dr.
A. Qasimlo û Abdulah Qadirî bibin me 93 kesan bi hev ra balafirek rakir(kirê
kir). Û çaxa ez dibêjim me "rakir", ne ku me wek hinekan revand, na na,
me bi perê xwe rakir, yanî kirê kir.
Bi me ra du Swêdî ji hebûn. Yek, serokê Rêxistina Parastina Zarokan Thomas
Hammarberg û ya din jî xanima Mahmûd Baksî rojnemevan Elîn Cilasson bû.
Wîzeya çend kesan tunebû, li balafirxana Parisê hinekî serî
li me gerandin. Ji bo ku em bi wan ra bipeyivyana, gerek yekî ku bi Fransizî
zanîba di nav me da hebûya. Mixabin, di nav 91 kurdî da yek jî derneket. Xwedê
kir ku du Swêdî bi me ra bûn, axire wan xwe gihand gaziya me.
Elîn Classon xanimê bi "henek" got:
-A nuha di nav hewqas kurd da yek kesê ku bi Fransizî zanibe
tuneye?
Ji dêlî ku bersîva wê bidim, min got:
-Wê çaxe hûn ji bo çi bi me ra ne?
Tam wê gavê gotina "zimanek merivek e, du zirnan
du meriv in" di mejuyê min da wek burûske le xist. Û çi
heyf wê ev "burûsk" ne ya dawin ba ...
Piştî gorkirina cenazeyan, keys ketê ku ji herçar perçên
Kurdistanê hin serokên kurdan û T. Hammarberg li Enstituya Kurdî bighijin ba
hev, li ser cînayeta Dr. A. Qasimlo û herdu hevalên wî yên din û rewşa Kurdan
bistekê sohbete bikin. Bêguman ji bo sohbetek wiha jî zirnanekî muşterek lazim
bû. Ev jî
Tu bixwaze nexwaze bû îngilîzî. Milet sohbet geş kir. Bêyî
kurden Tirkiyê hemû Kurdên perçên din tevî sohbetê bûn. Bes ji kurdên
Kurdistana Tirkiyê deng
dernediket T. Hammarberg xwest li dîtina wan jî guhdari
bike. (bala we lê ye ez xwe jê bêrî dikim) Bêşik wan jî
kercal dikir ku dîtinên xwe bibêjin. Lê bi kîjan zimani?
Îsmet Şerif Wanlî jî ne bi Kurdi û ne jî bi tirkî zanibû ...
Axirê mala kurden Sûriyê ava be (esas minet jî tuneye, ji
xwe em wan li ser xwe dihesîbînin) gihîştin gazî û hawara me, dîtinên me ji
camêrên
Swêdî û yên din ra tercume kirin.
Wecîza "zimanek merivek e, du zirnan du meriv in"
carek din hat bîra min...
Di destpêka sala 1 980îyi de hevpeyvineke rojnamevankî
Fransiz; Danîel di kovara "Demokratik Egîtîme Dogru" bejmara yekê da
hatibû weşandin.
Li ser pirseke li ser giringîya zimên mêrikê Fransiz weha
gotibû:
"Ez gelek rojnamevan û niviskarên ku çûne Kurdistane
(Qesta Tirkiye ye) û hatine ji nêz ve nas dikim. Ew jî wek min ji tunebûna
kesên bi zirnanekî biyanî bizanibe gazinan dikin. Piştî ku rewş ev e, pirê
caran em bi agahdariyên çewt vedigerin. Ev yek bes ne ji bo rojnamevan û
niviskaran weha ye, ji bo turîstan jî wisa ye. Divê hûn ji bîr nekin yekî xerîb,
bi îhtimaleke herî xerab dikare mesela we bibe ji 3-4 kesên din ra. Her kurdekî
welatperwerê ku bi zimanekî biyanî baş zanibe sileheke propogandayê ya baş e.
Di dawiyê de dibê ez bibêjim; divê hûn mesela zimanê biyanî bi hawakî ilmî
bigrin dest. Di vê îstiqametê da divê hûn stratejîya xwe tespît bikin".
Di ser van gotin û peşniyaran ra 9 sal derbas bûn û em ji Ii
Ewrûpayê ne, lê hîn jî ji serokên kurdên Kurdistana Tirkiyê ra xelk tercumaniyê
dike ...
Armanc 95-96
sal 1989
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar