16 mars 2021

Miletê kurd ewê tu carî jenosîda Helebceyê ji bîr neke


33 sal berê, roja 16ê adarê, rejîma Seddamê dîktator, zalim û zebanîyên baasî jahrî bi ser Helebceyê da barandin.

Di vê kîmyabaranê da 5-6 hezar însan kuştin, bajarek wêran kirin, bi hezaran seqet bûn.
Em jenosîda Helebceyê tu carî ji bîr nakin. Şehîdên Heleceye bi hurmet bi bîr tînim.
Ji ber epîdemiya coronayê me îsal jî ji bo Helebceyê bi kîtlewî tu civîn û bîranîn nekir. Li Swêd nahêlin zêde însan li hev kom bibin. Sala çûnî eynî tişt bû, me dîsa merasima bîranîna Helebceyê çê nekir.


Coronayê  jiyana gelkî ne xweş kiriye, her kes di mala xwe da bûye hefsî, ne çûyin heye, ne hatin, kes kesî nabîne. Tam ev saleke me li Stockholmê nehîyek civînek çê kiriye û ne jî şahîyek, ne kes hatiye mala me, ne jî em çûna mala kesî.

Agahî:

Min fotoyê vî heykelî weşand, Facebookê rakir, got rismekî pir bi tesîr e, hin însan pê diêşin, lema em nîşan nadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE