15 mars 2021

Erdogan li Yekîtiya Ewrûpayê dîsa hat xezebê !


Erdogan dîsa Yekîtiya Ewrûpayê pir sert, pir xerab, pir cidî tehdît kiriye, gefên mezin lê xwariye, gotiye me Ewrûpa ji terorê parastiye, heger Yekîtiya Ewrûpa li dijî PYDê dernekeve û ”di mesela koçberan da barê ser milê me sivik neke, ewê pêlên koçberiyeke nuh berbî Ewrûpayê dest pê bike.”

Erdogan ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye li dijî kurdan rabe û piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê bike, heger Ewrûpa viya neke, ewê jî dîsa derîyên sînoran vekin û bi milyonan koçber bişînin ser Ewrûpayê.

Bizina kol elîmiye daniyan, mêrik tahmijîye, jê ra pere lazim e, dixwaze mîqtarê xûgiya ji Yekîtiya Ewrûpayê digre zêde bike.

Tim wiha dike. Her cara rût û miflis dibe, xwe li ewrûpiyan radikşîne, gefê li wan dixwe, dibê ezê we bixum, ezê welatê we, aborîya we, dûzana we serobinî hev bikim.

Serokên Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa bi bin xwe da berdin û tavilê devê kîs vedikin û çend milyar euro didinê.

Heta siyasetmedarên ewrûpî ev kevroşkên bêzirav û bizok bin, Erdogan ji wan nagere; ew mehê milyarek euro bidinê, meha din ewê 2 milyarî bixwaze. Ew du milyarî bidinê, meha din ewê 4 milyarî bixwze.

Rajon û kultura mafya wiha ye, tu serê xwe bitewînî, xûgiyê, xeracê bidê, ditahmije, dibe gurê devbixwîn, ewê hinekî din bixwaze.

Ji Ewrûpiyan ra yekî wek Pûtîn lazim e, ev reben û pepûkên hene ji bo Erdogan wek sebîyan in, mirîşk û bet in, çiqasî bixwe jî ji goştê wan têr nabe.
 
Helal be ji mêrik ra, bi wî halê xwe, bi vê birçîtiya xwe xûgiyê ji 27 welatan digre, Yekîtiya Ewrûpayê ji xwe ra kiriye mange, gav û saetê didoşe. Bi perê Yekîtiya Ewrûpayê bi sedhezaran çeteyên ereb û îslamî xwedî dike.

XXX
Serokê partiya DEVA Alî Babacan ji Rûdaw Tirkî ra gotiye, ”Carnan ji bo parastina hudûdan, dibê meriv hinekî li wî aliyê hud be.”

Hûn dibînin çi xenzîr e, tu ferqa wî faşîstekî neyarê kurdan tuneye.

Li ku derê tirkekî segbav û neyarê kurdan hebe Rûdaw diçe wî dibîne û pê ra dipeyive.

Kurdên ji vî bêbavê neyarê kurdan hêvî dikirin hebûn û gelek jî bûn hevalên wî.

Mêrik eşkere dagirkeriya Kurdistana rojava û Sûriy diparêze.

Wê demê mafê Sûriyê jî heye Tirkiyê dagir bike.

Vana kêmfersend û marên kor in, çavê wan kê bibirre li hustu siwar dibin. Tim wiha kirine û tim jî ji wan ra maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE