15 mars 2021

Bingehê avabûna Tirkiyê xerabeye


Fîlozofê îngilîz
Thomas Hobbes gotiye, ”Li ser bingehekî ne saxlem çiqas tişt werin avakirin, felaket jî hewqasî mezin dibin.”

Gotineke pir rast e. Ji bo ku Tirkiye li ser asas, bingehekî saxlem ava nebû; li ser bingehekî dagirkeriyê, nîjadperestiyê û jenosîdan ava bû felaketên bi xwe ra anîn jî pir mezin in.
 
Ev bingehê Tirkiyê yê qelp, ne saxlem bû sebebê êsîrî, koçberî, trajedî, şer û qetlîamên pir mezin.

Ev felekatên mezin hîn jî berdewam in.

Çend gotinên Thomas Hobbes(1588-1679)

-Însan kurmê însên e.

 -Pez jiyana xwe bi tirsa ji gur derbas dikin. Lê di dawîya dawî yê wan dixwe şivan e.

-Mucîze bi rastî jî tiştên herîqe ne. Lê belê tiştê ji bo yekî herîqe ye kane ji bo yekî din ne were be.

-Gotin li ser kesên wan fêm dikin tenê bi tesîr in.

-Wek di gelek tiştan, di însanan da jî yê fiyetê diyar dike ne firoşkar, bikir e. Çimkî însan çi qîmetê li xwe ke jî, buhayê wî ji yê hinekên din tê dane ne zêdetir e.

XXX

Hin kes ji ber bêedaletiya li hemberî kurdan gazinan dikin.

Li Tirkiyê edaleta ji bo tirkan hebûye, ji bo kurdan tu carî tunebûye. Îro jî eynî tişt e. Çimkî welatê me hatiye dagirkirin û em bindest in.

Li welatê hatiye dagirkirin edalet tuneye, hêzên dagirker nabin heqnas û adil.

Heta welatê me dagirkirî û em jî bindest bin, emê ruyê edaletê nebînin.

 

                                            XXX

Bîden, ji roja hatiye ser hukim û vir da ye telefonî gelek serokên dewletan kiriye, bi wan ra peyivîye, lê hîn telefonî Erdogan nekiriye.

Ji bo ku hema silavekê bide Bîdin, serokê mezin Erdogan gelek hewil daye, gelek kes xistine nabênê, lê dîsa jî nikanîbûye xwe bigihîne Bîden. Li gorî medyaya tirk dinivîsê vê yekê serokê mezin Erdogan bêhusûr kiriye. Lê jê ra çareyek jî hîn nedîtiye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di aaftina xwe ya Senatoyê da gotiye:

”Mitefikê me yê xwedêgiravî stratejîk, bi raqibê me yê herî mezin Rûsyayê ra di eynî çixîzê da ye. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Yaho ev Bîden jî çi zalim e, meriv mitefikekî wek Erdogan hewqas meh nade payin, ji Xwedê bitirse camêr, mêrik kevzikî bû…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE