Dilê mêrik ji zûda ve bû hevrîşkekî rûnênivîşk dixwest. Lê jinikê bêînsafî dikir, nedidayê. Êvarekê ji jina xwe ra got:
-Xatûn, sibê zû rabe ji min ra hevrîşkekî hazir bike, ez rêwî me, ezê herim Mûşê.
Jinik sibê zû rabû, nanê germ lêxist, jê ra ji rûnê nivîşk
hevrîşkek çê kir û xist tûrikê wî.
Mêrik li hundur vir da, wê da xwe hinekî mijûl
kir, gava dît jinik bi tiştekî din biliyaye, rahîşt hevrîşkê xwe, bir pişt dergûşê
û ket ser, têr xwar.
Jinik hew carê pê hesiya ku waye efendî di paş dergûşê da
hevrîşk dixwe. Bi hêrs got:
-Ka tu yê biçûya Mûşê ?
Mele got:
-Jinê, piştî ku em ji hev ne xuya ne, ha li pişt dergûşê, ha
li deşta Mûşê...
Min got qey tu teyr î
Xortekî gundî cara pêşî bû çûbû bajêr, bi mereqdarî li nav
taxên bajêr digeriya. Di paca malekê da çavê wî bi papaxanekî(tûtîyekî) ket. Ev
cara pêşî bû papaxan didît. Lema jî per û baskên papaxan yên rengîn gelekî bala
wî kişand. Di ber xwe da got:
-Ey Xwedayê erş û asîman! ji hikmeta te nayê gotin. Te çi
teyr û tuyên xerîb xuluqandine.Tamdi wê deqê da papaxan peyivî, got:
-Law tu çi mêze dikî?
Xort matmayî ma, got:
-Li qusûra min nenêre bira, bi Xwedê min got qey tu teyr î.
Tu bi vê kerîtiya xwe zanî...
Mêrik ji kuçê derbas dibû. Dît ku zêrekî reşadî di destê
zarokekî da ye, pê dilîze. Di dilê xwe da got, gede ye, tiştekî fahm nake, ezê
bixapînim, zêr ji desta derxim. Ji lîwik ra got:
- Ka wî pîlikê destê xwe bide apê xwe, ezê kaxetekê bidim
te, tu yê herî ji xwe ra pê şekir bikirî.
Lîwik got:
-Heger tu carekê wek keran bizirî ezê bidim te.
Mêrik di dilê xwe da got çi pê veye, vaye kes jî tune ye,
hema ezê carê wek keran bizirim. Û zirrr û ziriya. Dû ra jî got:
-De ka bide apê xwe.
Lîwik kenîya, got:
- Apo, çima tu bi vê kerîtiya xwe zanî ev zêr e, de îcar
çima ezê nizanibim ?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar