Ez tim dibêjim, tirkan ji me gelek kes, bi sedhezaran pîs û bêşexsîyet kirine, di
nava me da merivên wan pir bûne, tu berê xwe bi ku da dikî rastî zilam û
dilxwzekî tirkan tê.
Di nava wan da hin merivên baş, tam nebûne zilamên tirkan
jî hene, li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin û hin karên baş dikin. Lê destê
wan ji hevaltiya dewletê û tirkan nabe.
Tirkan çi anîne serê pêşiyên wan, serê gelê wan û heta serê wan bi xwe, qet ne
xema wan e. Tim amade ne ji bîr bikin.
Tirk wan ji ba xwe, ji telewîzyona xwe, ji partiya xwe diqewitînin, têra xwe pîs
dikin, lê dîsa jî destê wan ji tirkan nabe, roja tirk ban wan dike, pê ra
piçekî dimizice, bi dilşadî, dide lotikan û dîsa diçe di telewîzyona neyarê xwe
da, dagirkerê welatê xwe da arz-i endam dike.
Yanî îstîkrar tuneye, hafiza netewî zeîf e, lema jî ji kesê hebûna wî nkar
dike, welatê wî dagir kiriye, gelê wî kiriye bindest naqehere, bi kêfxweşî pê
ra dostiyê, hevaltiyê dike.
Gelekê caran xwedêgiravî yê zana û xwe kurdperwer dibîne viya dike, di dostî û
hevaltiya dijmin da tu mazeretê nabîne.
Mêrik bûye neyarê qewmê xwe, bûye kemalîst û tirkekî antî-kurd, li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî ye, lê dîsa jî diherin pê ra
rûdinin û wek merivekî maqûl pê ra sohbet dikin. Bi vî hawî hevalbendiya
dijmin, xiyanetê meşrû dikin.
Ji bo ku dijmin bi zimanê meriv ji neyartiya gelê meriv dike, di nava gelê meriv da dixebite, ji xwe ra ajanan çê dike, dibê meriv nebêje baş e, çimkî bi kurdî ye.
Ji bîr dike moza di devê wê da hingiv heye, di dêla wê da jî derzîya wê heye. TRTkurdîya îro ne ya destpêkê ye, bûye platforemeke antî-kurd.
TRTkurdîya îro bêyî çend programên muzîkê, sitranbêjîyê hêlîna neyarên kurda ye. Dibê meriv vê dezgeha hêlîna antî-kurdayetiyê meşrû neke.
Ereban, farisan bi qasî tirkan em pîs nekirine, tirkan gelekên me kirine potekî
pîsik, kirine şekaleke nigê xwe, şexsîyet, xîret pê ra nehiştine.
Mêrik bûye şûrkêşê dewleta tirk, lê belê ji hevaltiya tirkan, ji cahşîtîya xwe, ji înkara
Kurdistanê û ji dijminatiya azadî û serxwebûna kurdan şerm nake, wek merivê bi
şerf dipeyive, Rûdaw jî dihere pê ra hevpeyvînê dike.
Li ku derê heramzadeyekî neyarê kurdan hebe Rûdaw dihere dibîne, pê ra hevpeyvînê dike. Îro jî bi xayinekî bi navê Yildirim Gençer ra peyivîye. Wek kurd meriv wan gotinên wî xayinî naweşîne. Û kesî dengê xwe neke, civat tevizîye, ji pertav da ketiye.
Di nava me da kesên wiha in, heger ne pir bûna tirkan nikanîbûn ev zulm û ev
çavsorî li me bikirana.
Vegera van cahşan, xayinan, bêşexsîyetan di van şertan da ne mimkûn e, ew carê
bûne hevalên dijmin, zû bi zû jê venaqetin. Çimkî civat jî wan qebûl dike,
xayin nabîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar