14 mars 2021

Wey li min !

 Bûk çû mala bavê xwe zeyîtiyê. Bavê jê pirsî, got:

-Keça min, ma li gund çi heye, çi tune ye ?

Keçikê got:

-Wele tiştekî xerîb tuneye. Tiştê xerîb, zavê te Biro bû muxtarê gund.

Bi vê xebera keçikê ra, bavê wê ji dêlî ku kêfa wî were, li çonga xwe xist û dest bi girî kir. Got:

-Wey li min, wey li min, ku Biro jî bû muxtarê gund, wê gavê li gund kesî sax nemaye, giş mirine !

 

 Beza ji bo xelkê

Tajî bera ser pişta kêrgu da, ha li vir, ha li wir, bê feyde bû, tew nikanîbû nêzikî lê bikira. Dî nedî nabe, rabû ban kêrgu kir, got:

-Birakê kêrgu, ez ji te bezatir im, lê ji vêsê da ye ez nikanim te bigrim. Gelo tu dikanî ji min ra bibêjî sebebê vê yekê çi ye, çima ez nikanim te bigrim?

Kêrgu got:

-Sebeb pirr hêsa ye. Çimkî ez ji bo xwe baz didim û tu jî tajîyê xelkê yî, ji bo xelkê baz didî. Roja ku te ne ji bo xelkê, ji bo xwe baz da, tu yê kanibî min bigrî.

 

 Ev hîn loloo ye...

Yekî tirk û yekî kurd bi hev ra rêwîtî dikirin. Demeke dûr û dirêj meşiyan, yê tirk westiya, ji yê kurd ra got:

- Ka were ji vir û pê da bîstekê ez li te suyarêm û bîstekê jî tu li min suyarê; bi vî hawî emê westa xwe bigrin.

Yê kurd got baş e. Yê tirk got mesela wextê emê çawa eyar bikin ?

Yê Kurd got yê li piştê bira sitranekê bibêje, gava sitrana wî qediya, ewê dakeve, îcar yê din ewê lê suyarê.

Bi vî hawî li hev kirin û yê tirk berê li yê kurd suyar hat û dest bi sitrana xwe kir. Sitrana yê tirk çend gotin bûn, piştî çend deqan qediya. Dor hat yê kurd, dest pê kir:

- Loloo, lolooo, loloooo...

Deqeyek, deh deqe, bîst deqe, nîv seet, sitrana neqediya, bîn li yê tirk çikiya, got:

- Bira, ma ev sitrana te nebû biqede ?

Yê kurd got:

- Bira, ev hîn loloo ye, lêlêê hîn maye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE