Li Tirkiyê mudaxela generalên faşîst ya 12ê îlona sala 1980î wek ku tê gotin
zirar neda her kesî, gelek kesî jî jê karek mezin dit; ji wan ra bû wek
"toto", ya jî wek bilêteke "millî pîyango" lêxe.
Ew kesên heta şeva 12ê îlonê bes "peyê" mala xwe û li ser karê xwe
bûn, diçûn mekteba xwe, ya jî li kuçeyan tirral tirral digeriyan û jiyanek
bêdeng û basît derbas dikirin, piştî 04.00e şeva 12ê îlona 1980î jiyana wan hat
guherandin, bi carê da (bi derbekê da) deriyê "şairîyê'' û
"niviskariyê" li wan vebû û bûn "ronakbirên" gelê kurd ...
Di teşbîhê da xeta tuneye, derba 12ê îlonê bi maneya
dewlemendiyê erê kes nekir milyoner, lê ew kirin tişteki ji wê jî muhîmtir û
baştir: ew kirin "şair", "nivîskar" û "ronakbirên kurd".
Bêguman ev nav (wesf) ji milyonên ''toto" û "biletê" gelekî hêjatir
in. Bi tecrûba jiyanê me dîtiye mal (serwet, pere) qirêja desta ye, îro heye,
sibe tuneye ...
Lê "şairî", "niviskarî" û "ronakbîr?"
Ma ew jî wisa ye?
Bêguman ne wisa ye. Piştî ku meriv xwe "şair, nivîskar, edîb û "ronakbîrê
kurd" bihesibîne êdî mesele diqede, di pê ra meriv tazî bikin û bi deh
qalib sabûna Reqayê ji bişon, cardin jî nikanin wî "navê şîrîn"
(nivîskar û ronakbîrê kurd) ji ser meriv rakin.
Lê bi wî şertî ku di her firsendê da merivê bibeje:
"Em nivîskar û ronakbirên kurd ... "
Ji bo "nivîskar" û "ronakbîrekî" ev gelekî muhîm e ...
Ji ber ku tu pîvanek umşmî tuneye ku meriv "nivîskar'' û
"ronakbirên" piştî 12ê îlonê pê bipîve û li gor wê pîvanê qîmetekê bidê
...
Lê ewê were gotin ku çaxa yek bi rastî ne şair û nivîskar be, heta jê tê bira
(bila) ji xwe ra bibêje ez niviskar im, tu kesê wî wisa qebûl neke.
"Nivîskar e, ya ne nivîskar e ewê ji alî xwendevanan ve derkeve ortê".
Dîtinek wisa jî "dibê meriv pirr guh nedê". Wek niviskarekî tirk jî gotibû:
-Heger carê yek xwe nivîskar, şair û edîb bihesibîne êdî tu
mesele namine. Pişti ku wî xwe nivîskar qebûI kir êdî ew hew tê zeftê. Pirr ya
jî hindik, li gor xwe muheqeq ewê ji xwe ra xwendevanan bibîne ...
Hinek ewê bi niyeta gotinên pela-pûçî (gotinên vala) yê
dînekîye bixwîne, hinekê jî ji meraq û hezkirina ji gotinên mezin bixwînê, wê
bibêje muheqeq hîkmetek di van gotinan da heye, loma jî dibê ez bixwînim. Û hinekê
jî bibejê min perê xwe tê daye, hema ew çi be jî ezê bixwînim ...
Hinek jî ji bo ku pê biqehere û ji "nivîskarîya" wî ra xebera bide wê
bixwîne ... O hineke jî wê bibêje ez zanim ev merivekî pirr derewçîn e, hela ka
ez mêzekim îcar çi derew kiriye, loma wê bixwîne ...
Ewê cardin bê gotin ku şiîr û nivîsên wisa ma wê kîjan
rojnama û kovar çap bike?
Li ba me kurdên "Ewrûpa" bira niqandin
(hilbijartin) li wir bimîne, ji kevir û nermtir (yani bira bi kurdî be bes) çi
hebe ew çap dibe ...
Hinek ji bo xatirê "xizmet û pêşdabirina" edebîyata
kurdî çap dikin, "hinek ji bo nasî û xatirê xatiran, hinek jî ji ber fedîya,
rica û israrê û hinek jî ji ber "defulbelayê" mecbûr dibin çap dikin
...
Îcar li Swêd mesela çapê ji ne gelşek mezin e, bira canê ”Kulturrodet” (Dahîreya Şêwirdarîya Çandî
ya Giştî ) sax be; kî bêtir karibe paşgotiniyê û derewan bike kitêba
wî di çapê da ye ...
Lê ku ew jî nebe, li Swêd pere pirr e, wê di "Eget Forlaget"a
(Çapxana xwe ya şexsî) da çap bikin ...
Ma 12ê îlonê nehata me yê hewqas "şair, ”nivîskar ” û ”ronakbîrên kurd” ji
ku bianiya?
Lawikê Berrîvanî(Zinarê Xamo)
1988
Armanc Hejmar 78
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar