Wek dê û bav dema zarokekî meriv tê dinyayê, meriv mecbûr e navekî lêke, dema mezin dibe bişîne dibistanê û wî/wê fêrî xwendin û nivîsandinê bike.
Ev yek ne lutuf û ne jî fedekarîyeke, bi vacayî vatiniyeke dê û bavîtiyê ya
mecbûrî ye.
Yê me kurdan her çiqas li welatê me ev îmkanên me tunebin jî, lê li Swêd pir
hindik ev îmkan û maf ji bo me jî heye. Lema jî divê em kurd jî vî mafê xwe bi kar bînin.
Wek miletên dinyayê îro dewleteke me ya serbixwe û pasaporteke me ya netewî tuneye, nasname û pasaporta me zimanê me ye, dema em zarokên xwe ji vê nasnameya netewî bêpar bihêlin, em ne tenê zulmeke mezin li wan dikin, her wisa em di şexsîyet û ruhê wan da jî birîn û zeîfiyeke pir kûr dihêlin...
XXX
Cinet jî cehnime jî, milyaket jî îblîs jî, başî jî xerabî jî,
rehetî jî ezab jî, her tiştê baş jî û xerab giş li vê dinê ne.Lema jî çi kar û xebat, çi xêr û xêrat, çi başî û rindî ji destê we tê li vê dinê bikin, ji bo vê dinê bixebitin, tiştên din giş vir in, jê bawer nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar