13 mars 2021

Serîyê bêmeju

 Mêrikê qera her ku diçû malê jina wî pê ra dikir şer, digot:

-Nebixêr nebala, tu dibê qey li dunyayê karekî din nema, çû ji min re bû qera. Ez rebena xwedê êdî di ber şuþtina kincên te yên ardîn ra nagihêm. Peyên xelkê tivingên wan bi milên wan da,  şuştî muştî ne, her êvar wek mîran vedigerin malên xwe; yê min, serapê dibe ard û tê. Ji bo ku meriv nas bike dibê bi qalibek sabûn bişo...

Her êvar hal û karê wan şer bû. Demek hat mêrik êdî ji pile-pila jinikê bêzar bû, rabû aşê xwe firot û çû ji xwe re tifingek kirî. Piştî tiving kirî, êvarî ji jina xwe re got:

-Jinê, a vaye min bi ya te kir, min aş firot û tiving kirî, da  ka ji min ra bibêje ezê bi vê tivingê çi karî bikim?

Jinikê got:

- Ma tu yê çi karî bikî? Hema tu jî wek peyê xelkê here ji xwe ra diziyê bike.

Li ser vê gotina jinikê, mêrik li gund şevekê çû daket neqebekê. Lê ji qeza qudretê ra çima xwediyê malê pê nehesiye. Wî baz da, xwediyê malê bera pê da, lê girê da. Di wê şeva tarê da gule çû li serî ket. Di cî da werdigere erdê.

Gundiyan çû rakirin, mêze kirin ku waye hîn ruh tê heye.
Milet li ser serî kom bû; ji her seriyekî dengek derdiket: Hinek digot:

 -Derb li serî ketiye, zor e, dernakeve.
Hinekên din jî digotin:
-Na na, waye li ciyê şên neketiye, ku meriv kanibe gullê jê derxe, ewê xelas bibe.”

Ji nav gundiyan yekî kal got:

- Derxistinê ez kanim derxim. Lê belê bêxwediya gullê li nêzî meju sekinîye, ez ditirsim kêr bigihîje meju.

Di vê qereperê de birîndar bi xwe hesiya, got

- Na na, qet metirse, hema derhemek meju jî di serî da tuneye. Ma heger meju di serî da hebûya aş difrot, tiving dikirî û dibû diz ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE