Li ser gelşa pûla Papa û xerîteya Kurdistanê pêşniyareke min
ji partiyên herçar perçên Kurdistanê ra heye. Bira partiyên herçar perçên
Kurdistanê bi hev ra bersîvekê bidin Tirkiyê, Îraqê û Îranê û li welatê xwe
xwedî derkevin.
Bira partiyên me nîşanî dijmin bidin Kurdistan ne ya şexsekî û partiyekê ye, welatê miletekî ye.
Nivîskar, siyasetmedar û ronakbîrên herçar perçên Kurdistanê
jî kanin bi hev ra beyanekê belav bikin û ew jî welatê xwe biparêzin.
50 sal berê, di 12ê adara 1971ê da leşkeran dest danîn ser
hukim. Nuha êdî ne hewceyî leşkeran e, êdî siwîlên tirk ji leşkeran pir
xerabtir in.
Rejîma îslamî-faşîstên tirk ya îro ji ya leşkeran a 50 sal
berê pir û pir xerabtir e.
Heta kurd azad nebin, Kurdistan çê nebe, Tirkiye ewê tu carî
ruyê demokrasiyê nebîne.
Li Tirkiyê her tişt bûye qeşmerî, pêkenîn. Prof. Nîhat
Hatîpoglu, him rektorê zanîngehê ye, him jî deqanê 4 fakulteyên din e.
Li zanîngehên Nîhat Hatîpoglu û yên wek wî mamoste, rektor û
deqan bin ilm û îrfan tuneye, xwendekar derew û çîrokên beradayî fêr dibin.
XXX
Muzîka otantîk xweş e, çîrokên kevn xweş in, kinc û girêdanê
kurdî yên herêmî, yên orjînal, yên pê nehatine lîstin xweş in.
Çi dibe bila bibe, gava orjînal be, nehatibe guhertin, lê kêm û zêde nebûbe, pê
nehatibe lîstin bi qîmet e.
Ji dilê ku meriv bi tiştê kevn bilîze, dibê tiştekî nuh bixuliqîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar