12 mars 2021

Babacan û Davutoglu jî wek gurên har qîlên xwe nîşan dan

 


Serokê partiya DEVA  Alî Babacan û serokê partiya GPê Ahmet Davutoglu jî tevî minaqaşeyên pûla Papa bûn, wan jî wek berpirsên hukûmeta AKPê neyartiya xwe nîşan dan.

Babacan û Davutoglu, beyan û rexneyên hukûmetê hidik dîtine, gotine dibê hukûmet bi rengekî hîn sert here ser vê meselê. Hîn sert êrîş e, bombebarankirina Hewlêrê ye, Davutoglu viya dixwaze.


Tiştên Babacan û Davutoglu li ser pûl û x erîteya Kurdistanê gotine, ji gotinên berpisên hukûmetê û ji yên Devlet Bahçelî girantir in. Yanî careke din derket ortê di mesela kurd û Kurdistanê da di nabêna Erdogan, Bahçelî, Babacan û Davutoglu da tu ferq tuneye, yek ji yê din xerabtir e, giş jî neyarên serê me ne.

Lê hin kurdên saf hêvî ji Babacan û Davutoglu kirin û bi lez bûn hevalên wan, yên nebûn heval jî ji dûr va ji wan ra li çepikan xistin, ji bo hevaltiya wan tahma devê xwe xweş kirin, beyanên wan parve kirin.

Lê pûlekê tenê keftarî, irqçîtî û faşîstiya Babacan û Davutoglu derxist ortê, nîşan da ew ji Erdogan misqalekê jî ne baştir in, ew jî bi qasî Erdogan û heta ji wî jî zêdetir neyarên kurdan û Kurdistana Federe ne.

Kurdên bûne hevalên Babacan û Davutoglu, heger piçek xîret û welatperwerî bi wan ra hebe dibê piştî van beyanên wan dev ji van partiyan berdin û şaşiyên xwe qebûl bikin û tobe bikin, careke din nebin hevalên tirkan.

Ji tirkên wek Bacan û Davutoglu tiştekî baş sadir nabe, ew jî bi qasî Erdogan irqçî û antî kur din, ev heqîqet bi bûyereke pir biçûk derket ortê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE