11 mars 2021

Em kurd in û navê welatê me jî Kurdistan e

 


Tirk, faris, ereb xwe biçirînin jî, porê serê xwe birûçikînin jî, hezar û yek gefan li me bixwin jî berradayî ye, navê welatê me, navê vê coxrafyayê ji berê û ber da ye, ji qal û bal da ye Kurdistan e û emê jî tim jê ra bibêjin Kurdistan.
Tu kes, tu hêz, tu gef nikane navê Kurdistanê, xerîteya Kurdistanê li me qedexe bike.
Kurdistan heqîqeteke coxrafî, sosyolojîk, netewî û siyasî ye warê me ye, mala me ye, bingehê hebûna me ye. Kurdistan tunebe em jî tunene.

 

XXX

Cîgira serokê HDPê Meral Daniş Beştaş xanimê li ser pûla bi dîzayna sûretê Papa Francîsco û xerîteya Kurdistanê bi uslûbeke pir ne xweş û tinazwarî gotiye:

”Viya ji me nepirsin. Bi ya min ji Barzanî bipirsin. Nîhayet di tarîxê da xertîteyên wiha hene. Carnan belav dibin. Dibê hûn vê pirsê ji Barzaniyê ew xerîte daya Papa bikin…”

Him ev bersîva wê ne xweş e û him jî jest û mîmikên wê, uslûba axaftina wê tinazwarî ye, ne layiqê mebûseka kurd e. Bêedebî kiriye.

Kurdan gelek kesên ne layiq, ne tu tişt, vala, kurişekî nakin kirine berdevk û nûnerên xwe.
Kurdistan ne welatê Barzanî tenê ye, welatê miletekî ye. Lê Meral xanim him li Kurdistanê xwedî dernakeve, him jî bi tinazwarî dike malê şexsekî. Bi kurdî bersîva wê bersîva meriveka bêşexsîyet e. Meriveka wiha dibê nebe nûnera kurdan. Kurdên ray dane vê jina bêxîret dibê hesab jê bipirsin û dev ji HDPê berdin.

XXX

Tirkan Îran jî anîn ser xeta xwe. Ayatulahan jî xwe ji pûla Kurdistanê aciz kirine. Heta nuha Îranê cara tiştên wiha nedikir.

Pûlekê asasên du dewletan hejand.

Navê welatê kurdan Kurdistan e, hûn xwe bidirînin jî emê ji vê coxrafyayê ra bibêjin Kurdistan

XXX

Ji bo ku hukûmeta Kurdistana başûr pûleka bi xerîteya Kurdistanê diyarî Papa kiriye, tirk bi faşîst, îslamî û kemalîstên xwe ve wek gurên har êrîşî Kurdistana Federe dikin. Dixwazin xerîteya Kurdistanê li kurdan qedexe bikin. Navê viya zorbatî û çavsorî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE