11 mars 2021

Me got em jî rismekî xwe belav bikin

 




Do roja kincên kurdî bû. Di medyaya sosyal da gelek sûretên xweşik hatine belavkirin.
Min û xanimê do tu risim negirt û belav nekir. Ya rast do min tew bîr nebir. 
Ya din şal û şapikê min jî tuneye. Ev yek kêmasiyeke min e, dibê ez ji xwe ra taximekî hişin, ya jî rengekî hinekî tarî bi dest xim. Nasek, dostek here Kurdistanê ezê lê temî bikim. 

Yê xanimê çend qatên wê hene, me wê salê li Wêranşarê jê ra da dûrin.


Îro min jê ra got, xanim, do roja kincên kurdî bû, min bîr nebir ji te ra bibêjim, ka were em îro rismekî xwe bigrin û belav bikin. Mala wê ava be, qebûl kir û xortê me du sê rismên xwe girtin…




Rojekê derengî be jî tişt nabe, em îro belav dikin. Ji deli şal û şapik, min şelwer li xwe kir, ew jî îdare dike.


2 kommentarer:

  1. Xwezîya berbextan, xortan bi vê hevalîya we. Hûn pir xweşik derketine, bênezer.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas Emer. Serhatê me xweşik girtiye. Gelek hat ecibandin.

      Radera

PARVE BIKE