11 mars 2021

Îro şansê min lêxist

 


Îro ji min ra pakêteke pir hêja hat; şansê min lêxist. Birayê min Fûad ji min ra sê kitêbên pir muhîm şandine. Mala wî ava be, pir kêfxweş bûm.

1-Kurd û Ecem- Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê. Nivîskarê kitêbê Newşîrwan Mistefayê gorrbihuşt e, lê kitêb bi naznavê Salih Mihemed Emîn hatiye weşandin. Zîya Avcî ji soranî wergerandiye kurmancî. Weşanxaneya Nûbiharê çap kiriye. Kekê Zîya Avcî ji min ra qal kiribû, gotibû li ser tarîxa kurdan kitêbeke pir muhîm e.


2-Bînbaşi Kasimin Hatiralari. Nivîskarê wê Mahmût Akyureklî ye. Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Kitêb li ser Serîhildana Şêx Seîd e, belge û îfadeyên mahkimê tê da hene.

Qasim Atac xayinekî pir mezin e, bi xayintî Şêx Seîd û hevalên pê ra xist kemînê û teslîmî dewletê kirin. Û di mahkimê da jî li ser wan îfade da.  

Qasim Atac hevlingê Şêx Seîd û zavayê Xalid Begê Cibrî ye. Kurdan ev xayin çawa nekuştin, çawa hîştin li Kurdistanê, di nava kurdan da bijî aqilê min nagre.

Di kitêbê da gelek îfade û zebtên mahkimê hene, lema jî pir muhîm e.

3-Folklora Qerejdaxê. Kitêb berhemeke folklorîk e. Berhevkarê wê Abûqat Mehmet Guzeler e. Nêzî 15 salan di nav eşêrên Qeregêçî, Tirk, Şêxa, Îzola, Alreşa da gerîya ye û zargotina herêma Qerejdaxê top kiriye. Di warê devok, kultur û edebîyata herêma Qerajdaxê da berhemeke muhîm e. Gelek gotinên pêşiyan, biwêj, nifir, dua, qirwelk bi îzahên wan ve di kitêbê da hene. Gelekên wan herêmî ne, li dereke din tunene. Lema jî kitêbeke hêja ye, gelek gotinn ji mirinê xelas bûne.

Ji bo ku ev hersê kitêb kitin destê min pir kêfxweş bûm, sipasî birayê xe Fûad dikim.
Min jê Folklora Qerejdaxê xwestibû, lê wî xatiratên Bînbaşi Qasim û kitêba Newşîrvan Mistefa, Kurd Ecem jî pê ra şandiye. Xatiratên Qasimê xayin û xwefiroş min pir dixwest bixwînim, îro wa ye ket destê min. Ezê bixwînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE