11 mars 2021

Çend gotinên devoka Wêranşarê

Wê rojê ez û xanim dipeyivîn gotina "sîqal" bi kar anî. Min got baş bû te ev gotin anî bîra min. Li ser wê, min çend gotinên din jî anîn bîra xwe û not kirin.
Ev gotin di ferhengên kurmancî da hene, tunene ez nizanim. Heger hebin ji xwe hene, lê heger tunebin, belkî rojekê hinek van gotinan lê zêde bikin. Yanî kara nivîsînî heye, zirara wê tuneye.


-Sîqal. Yanî dûz, maht bûye, baş qaş bûye. Serê bi gûzan were kurkirin sîqal dibe. Vê zivistanê te sere gede sîqal kir.


-Xaşêl. Xaşêlkirin. Kincên nuh, wek fanêrî, atlêt, îşlig, ruyê orxanan û tiştên wek wan, gava meriv dikire, berî li xwe ke xaşêl dike, yanî dişo. Ji bo ku bîna wan xweş bibe, bîna dermîn jê neyê. Ez îşligê xaşêlnebûyî li xwe nakim.

 -Balo. Yanî, wê gavê, qe nebe. Azad nehat, balo ez rabim herim balê.

-Nişmî. Yanî pir paqij, hîjenîk. Zelal keçeke pir nişî ye, tu li mala wê rûn birjînî tu kanî bi kevçî top bikî.

-Hemet. Xwe hemet bike. Yanî li xwe miqate be, xwe biparêze.

-Vehesîn, venehesîn. Kar pir e, ez qet venahesim. Serê min tu carî venahese. Soz, ez kînga vehesîyam ezê werim mala we.

-Pingirî. Yanî xeyidî, yanî tije bûye, ingirî ye.

-Defîn. Bîna zêde. Dema meriv şîvê çê dike, bîna hin baharatan ji mitbaxê didefe. Derî bigre, bîna kurrî defiya...

Serqot. Yanî şewqe, kum, koloz, dismal tiştek li serî tuneye, serserqot e. Dinya ser e, serqot meçe der.

-Tenapîya. Yanî cakêt, palto, kurk lê tuneye, tenapîya ye. Serpîyekî li xwe ke, tenapîya meçe der, dinya sar e.
Başewala. Yanî bêderbî. Ji derpiyê pîrekan ra dibêjin deling, devdeling. Gede başewalaye, derpê lêke.

-Bîq. Ez baş nizanim pîq çi ye. Belkî navê pincarekî be. Gava yek bi israr dixwaze here derekê, em dibêjin: Ma bîq li wir heye, tu dikî herî wir?

-Zexel. Yanî hîlebaz. Ji kesê di lîstikê da hîla dike re tê gotin, zexeliyê meke. Kesê di karê xwe da dirist naxebite, hîla bike jî tê gotin, yekî zexel e.

Ulûmger. Kesê xeberan, gotinan digerîne.


-Qotik. Ez bawer dikim navê nexweşiyekê ye. Gava yek nasekine, meriv pê da diqehere, dibêje “we qotika dilê te ! Ya jî gava zarok xwarinekê neecibîne, nexwe, meriv dibêje “qotikê bixwe!”

-Bêrî. Yanî bê guneh, ham û tam, bê sûc.

-Xalî. Yanî vala, kes lê tune. Mal xalî bû, yanî kes lê nema.

-Xewle. Ne li ber çava, ciyê tenha. Meriv jî hevdu xewle dike. Gava meriv ji cimatê yekî rake, bibe quncikekî, pê ra bi tenê bipeyive, ev xewlekirine. Azad, Filît bir xewle kir, ji hev ra çi gotin nizanim.

-Kuş. Ji kevirê şewitî, kevirê qulqulî ra kevirê kuş tê gotin.

-Barûte. Yanî kesê pir derewan dike. Merivekî barûte ye.

-Tebek. Nexweşiyeke pez û dewêr e.

Qirwelk. Yanî çîrok, mesele, xemîşok. Gava gotinên yekî nekeve sere meriv, meriv kane bibêje, “dev ji van qirwelkan berde”!

2 kommentarer:

  1. Ew “qirwelk” li hêla me Sirûcê bûye "qulwelk".

    SvaraRadera
  2. Erê, tê guhertin. Li Qerejdaxê hin eşîrên cîranên hev jî hin tiştan wek heva nabêjin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE