10 mars 2021

Tirkiye dîsa hukûmeta Kurdistanê tehdît dike !

 


Ji bo ku hukûmeta Kurdistanê bi minasebata serdana Papa Francîso, pûleke bi xerîteya Kurdistanê, wek bîranîn daye çêkirin, Tirkiyê gef li hukûmeta Kurdistanê xwariye, gotiye dibê ew pûl zû were rakirin, ya jî guhertin.

Îran, Îraq, Sûrîye tiştekî nabêjin, wek her car, dîsa qajînî bi tirkan ketiye. Dixwazin xerîteya Kurdistanê li kurdan qedexe bikin. 

Lema jî bi gefên wiha dixwazin kurdan çavtirsiyayî bikin.

Heger hukûmeta Kurdistanê wê pûla rake, ya jî biguherîne, dibê meriv êdî destê xwe ji wan bişo û silavê jî nede wan. Hukûmeta Kurdistanê dibê vê zorbatiya Tirkiyê qebûl neke.

Kurdê li ser daxwaza dijmin û dewleta dagirker xerîteya Kurdistanê neparêze, hebûna Kurdistanê jî qebûl nake.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE