10 mars 2021

Zivistana Stockholmê dîsa bi paş da hat

 


Wele zivistana Stocholmê poşman bû bi paş da hat, qey xirifîye. Me dilê xwe xweş dikir, me digot bihar hat, lê adarê em xapandin.

Xanim dibêje mehreş wiha ye, meheke delodîn e.

Ji do da ye sar û serma ye. Berfê erd sipî kiriye, her ku dihere zêde dike.

Nuha li derve 4 derece di binê sifirê da sar e. Lê bîstek din dîsa jî ez û xanimê emê derkevin meşa xwe bikin. Heger em ji sermayê bitirsin, rojên sar û di berfê da neçin gerra xwe nekin, emê di hundur da genî bibin. Berf be jî, baran be jî em diherin meşa xwe dikin.




Adar e, dew li dar e, êdî dem hatiye bihar e. Lê adar meheke xedar e.

Adarê, berfê daye gulyê darê, nema heta danê êvarê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE