09 mars 2021

Riya pere girtinê

Du jinên cîranên hev rûniştibûn sohbet dikirin, derdên xe ji hev ra digotin. Peyv gerîya, hat ser derdê mêran. Yekê ji hevala xwe pirsî, got:

-Ma mêrê te pera dide te? Xwedê bike yekî ne çikûs e.

Jinikê got:

-Dide çawa nade. Ez kînga jê bixwazim dide.

Hevala wê matmayî ma, got:

-Keçê, hela ka ji min ra jî bibêje tu çawa dikî, yê min pir tima ye, ez çi dikim qurişekî jî nade min.

-Pir rehet e. Ez jê ra dibêjim, ezê rabim herim mala bavê xwe û hew têm vê malê.

Hevala wê got:

-Ê, dû ra ?

-Ew jî tavilê heqê riya min dide min…Ez jî perê xwe dikim bêrîka xwe, tu sax û ez silamet.

 

 Wey tirrrt !

Bûk û xwesîya xwe li hewşê li ser tenûrê nan lê dixistin. Xortê rêwî dema ji ber hewşê bihurî, nanek ji wan xwest. Xwesîyê nanekî germ dayê û ji xort ra got:

-Xortê delal, ma çi ilm û xeber li ba te heye?

Xort got:

-Wele dibêjin hukûmetê biryar daye, ji nuha û pê da ewê jinên pîr bi mêrên xort ra û jinên ciwan jî bi mêrên kal ra bizewicînin.

Deng çû bûkê, bûkê got:

-Wey tirrrt !

-Xwesî bi bûkê da qeherî, got:

-Çi tirt-pirta te ye, xort ji riya dûr tê, nuha birçîye, nanekî din bidê…

 

Pirsa ji dayikê

Mêrik destê kokima dayika xwe maç kir, bi hezkirineke kûr ew himêz kir, bi rûkenî jê ra got:

-Dayê, sibe rojbûna te ye. Ma ez ji te ra benîşt bikirim ya jî mêrekî di tala te ra bibînim?

Pîra hilhilî got:

-Lawê min, ma bi min ra diranên ez pê benîşt biçûm mane?

 

Benîşt

Yekî ji Xoce Nesredîn pirsî:

-Xoce, ma di evdesxanê da cûyina benîşt gune ye ya na?

Xoce mizicî, got:

-Ez bawer nakim gune be. Lê ewê bibêjin qey tu tiştekî din dicû!

 

Çima tu ji mala Mîr ra xebera didî?

Melle li ser bênderan li zikatê digeriya. Çû ser bêndera yekî, mêrik tiştekî nedayê, got:

-Mele, tu bi çavê serê xwe dibînî, here were çend elb ji me ra li dewsa bênderê maye, ew jî nifqê zarokên min e.

Mele israr kir, got gundiyan gişan daye, dibê tu jî bidî.

Dawiya dawî mêrik bi mele da qeherî, got ez nadim.

Gava mele dît nikane bi rehetî tiştekî ji mêrik biçirpîne, îcar xwest tirsê tê bifirîne, got:

-Ê tu nadî mede, çima tu ji mala Mîr ra xebera didî ?

 

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE