09 mars 2021

Dewleta tirk henekê xwe bi me kiriye

Hûmeta AKPê 3 kadro dane ji bo mamostetîya kurmancî û zazakî. Yanî henekê xwe bi me kirine. Tu maneyeke din ya vê qeşmeriyê tuneye.
Lê mêrikan her sal eynî henekê bi me dikin. Yanî ev ne cara pêşî ye wiha dikin.

Hin kurd aciz bûne, hukûmetê rexne dikin, dibêjin ev nehqîye.

Rexne bikin, mafê xwe bixwazin.

Lê bizanibin ev dewlet neyarê kurdan û zimanê kurdî ye, tu mamosteyên zêde nade me. Armanca wan kurdan ji ortê rakin, bikin tirk. Hedefa hukûmetê ev e, lema jî heta ji vê rejîma îslamî-faşîst were tu mafî nade me, ewê bixwaze kurdan asîmîle bikin.

 XXX 

Wê rojê di derekê da ez rastî vê anekdotê hatim. Serpêhatîyeke manîdar e. Camêr derseke baş jê girtiye û analojîyeke xweş kiriye.

”Ez zarok bûm. Min ji diya xwe ra got:

-Dayê, were alî min bike, ez dixwazim derkevim ser darê.

Diya min got:

-Ji dera yekî din te derxîne ser, tu nikanî dakevî, tu yê bikevî.

Min ev gotina diya xwe qet ji bîr nekir. Piştî ez mezin bûm, min fêm kir bê çiqasî rast gotiye.”

XXX

Yekî bi navê Serdar Saraç ji Selhedîn Demirtaş û dayika wî ra gotinên pir bêedeb kirine. Mêrik vîdeoya wê jî belav kiriye.

Yê qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra van tiştan nabêje.

Heger namûs û şerefa berperpirsiyarên Tirkiyê hebe ewê vî namerdî bigrin û ceza bikin.

Heger negrin ev tê wê maneyê ev namerd kûçikê hukûmetê ye, hukûmetê ev wezîfe daye wî.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE