Yekî kurd mir. Qey gunehên wî pir bûn, feqîro raste rast birin cahnimê. Milyaketek bi teqalê ket, ew bîstekê gerand.
Rebeno bala xwe dayê, çend sîtilên qîr û qitranê yên pir
mezin li kêlek hev in, pilqe pilqa qîr û qitranêye dikele.
Sîtil tije însan in û her sîtilek jî zebaniyekî wek zebelihekî li ber e. Hesinekî
dirêjî sertûj di destê her yekî da ye û li dora sîtilan diherin û tên.
Kurdê me
meraq kir, ji milyaketê li kêlek xwe, wezîfa zebanîyan pirsî. Milyaket got:
– Ew bekçiyê ser serê wan e. Ji wan, gava yek serê xwe ji
nav wê qitrana dikele derdixe, ew jî bi wî hesinê sertûj li serê wan dixe, wan
di binî va dike. Kesên di vî hewzî da giş bê dîn, bê îman û kafir in, bi vî
hawî cezayê xwe dikşînin.
Ji wir dan rê, çûn ser sîtileke din. Ew hewz jî wek ya berê tije
însan bûn û zebaniyek jî li ber bû. Li ser pirsa yê kurd, milyaket got:
– Yên di vî hewzî da dikelin, gişên wan muslimanên gunehkar
in, minafiq in, ew jî di vê sîtilê da cezayê xwe dikşînin. Ji wan kî serê xwe
ji nav qitranê derxe, zebanî bi wî hesinê di destê xwe da li serî dixe, dixe
nav sîtilê. Dibê kes serê xwe jê dernexe.
Ji wir çûn ber sîtileke din. Ew sîtil jî wek herduyên din,
pilqe pilqa gitranê bû û tije însan bûn. Yê kurd dîsa pirsî, got vana kî ne,
gunehên wan çi ye?
Milyaket got:
– Ev sîtila kurda ye. Ji milîyetçîyan bigire, heta bi
komunîstan, giş kurd in, di vê sîtilê da cezayên xwe dikşînin.
Mêrik bala xwe dayê zebanî li ber sîtilê tuneye. Vê yekê
meraqa wî zêde kir, ji milyaket ra got:
– Sîtilên din bi bekçî li ber bûn, çima bekçiyê vê sîtilê
tuneye?
Milyaket got:
– Ev sîtil ne hewceyî bekçî ye, ji ber ku gava ji wan yek
serê xwe nav qitranê derdixe, yê binî
tavilê bi nigê wî digre, dikşîne binî,
dîsa di bin ve dike. Lema jî ji vê sîtilê ra bekçî ne lazim e, ew
bekçiyên hev in.
Helbet ev çîrok e, ne rast e, lê para rastiyê di vê teşbîhê da heye, em kurd
edîqomên hev in, xêra hev naxwazin.
Di nava me da gava yek serê xwe bilind
bike, hinekî bi pêş keve, yên nig davêjin ji ber da, dixwazin wî bixînin pir
dibin.
Heger ne wisa bûya emê hewqasî ne neyarên hev bûna, nuha em li hev bûn,
tifaqa me hebû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar