Îro 8ê adarê ye. Min ji bîr kiribû herim ji xanimê ra baqek
kulîlk bikirim. Em vedigerîyan malê, di nîvê rê da hat bîra min. Çiqasî got meçe, tişt nabe, wek te kirîbe, min qebûl
nekir, ez dîsa bi paş da vegerîyam, min çû kulîlkên wê kirî û anî dayê.
Rahmetiyê bavê min tu carî bîr nebir gulekê bide dayika min. Diya min jî tu carî ne li hêvîya tiştekî wiha bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar