08 mars 2021

Em kurd ji dijminên xwe gelkî medenîtir in

 


Bi qasî ku îsewî li Kurdistana başûr azad û xwedî maf in, li Tirkiyê, li Sûriyê, li Îraqê û li Îranê hewqasî ne azad û xwedî maf in.
Heta îsewî/xiristîyan bi qasî ji sedî yekê Kurdistanê jî li van welatan ne xwedî maf in. Lema jî gelekên wan revîyane Kurdistanê û Ewrûpayê.
Li Tirkiyê, li Îranê, li Sûriyê, li Îraqê xiristiyan xwe wek êsîran his dikin. Li Kurdistanê azad in, partiyên wan, rêxistinên wan hene, di meclîsê da ne. Çi azadîya kurdan hebe, ya wan jî hewqasî heye.
Ev rastiyeke kes nikane înkar bike.

Serdana Pappa ev yek baş nîşan da. Papa gava ji Bexdayê ji bin sîya şûran xelas bû, hat Kurdistanê, wek ji dojehê here bihuştê.

Kurdistan bi qasî ku welatê me ye, hewqasî jî welatê qewmên li Kurdistanê dijîne jî.

Li Kurdistanê her dîn, her bawerî, her fikir serbest û azad e. Ev yek li Tirkiyê, li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê ne wiha ye. Ev jî rastîyeke kes nikane înkar bike.

Lema jî heqê me heye em kurd bibêjin em ji ereban, ji tirkan û ji farisan medenîtir û însantir in.

Em zulmê, neheqiyê li qewmên din, li dîn û baweriyên din nakin. Em miletekî medenî û demokrat in, em ne barbar in.

 

XXX

Huda-Par ji serdana Papa Franciscus ya Hewlêrê pir aciz bûye, di telewîzyona Rehberê da agir û jahrî ji devê wan barîye.

Heft sal berê Papa çû Tirkiyê, bû mîvanê Erdogan jî. Yên îro êrîşî kurdan dikin, êrîşî Erdogan nekirin, li dijî serdana Papa dernektin.

Di dilê îslamîyên tirk û kurd da (îslamiyên welatparêz derî van wahşan digrim) bêyî xerabîyê, bêyî kîn û nefretê tiştekî din tuneye, zereya rindiyê, însanîyetê, hezkirinê di dilê wan da tuneye; çiqas kîn, nefret û xerabiyên dinyayê hene, giş di dilên xwe da kom kirine.

Lema jî dema devê devê xwe vedikin, heyhawar, tenê kîn, nefret, neyartî û xerabî ji devê wan dibare.

Faşîstên tirk jî ji îslamîyên tirk û kurda gelkî baştir in, gelkî însantir in. Fikir û îdeolojiya îslamiyên tirk û kurd ji bo însanîyetê jahrî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE