Sibe 8ê adarê ye, roja jinan a cîhanî ye. Partî û
komeleyên kurdî, gelek kes ewê li ser 8ê adarê beyanan bidin, mesajan belav bikin.
Reca min ji we, 8ê adarê bi tirkî pîroz nekin, mesajên xwe, beyanên xwe bi tirkî
belav nekin.
Jinên kurd mecbûrî axaftin û xwendina tirkî nekin. Tirkî bi wan nedin
guhdarîkirin.
Jinên kurd jî dibê mesaj û aktîvîteyên bi tirkî qebûl nekin,
neçin civînên bi tirkî. Li kesên bi tirkî dipeyivin guhdarî nekin, wan rexne
bikin.
Heger hûn kurd in, bi kurdî bipeyivin !
Heger hûn kurd in, mesajên xwe bi kurdî binivîsin !
Heger hûn kurd in, semînerên xwe bi kurdî bidin !
Heger hûn kurd in, 8´ê adarê bi kurdî pîroz bikin !
8´ê adarê li jinên kurd pîroz be !

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar