07 mars 2021

Ereban bi şûr, kurdan bi çiqlê zeytûnê pêşwazî li Papa Francîs kirin


Ereb li Bexdayê bi şûran çûn pêrgîya Papa Francis.
Kurd jî li Hewlêrê bi çiqlê zeytûnê çûn pêrgîya Papa Francis.
Şûr sembola neyartiyê û serî firandiyê ye.
Çiqlê zeytûnê jî sembola aştiyê, hezkirinê û dostiyê ye.
Ev herdu risim, du kulturan, du îdîolojiyan, du dîtinan nîşan dide.

Em kurd mîvanên xwe ne bi şûr, bi çiqlê zeytûnê, bi gul û çîçekan pêşwazî dikin…

Ereb bi şûr çûn pêrgî Papa. Bi şûr serî tê firandin, xwîn tê herikandin. Bi vê merasîma xwe ya bi şûr ev mesaj dan Papa Francîs û alema  Katolîk.




Di kultura me da eyb e meriv pesnê xwe bide. Lê dibê meriv rastiyê jî bibêje; pêşiyên me jî ereb û tirkan medenîtir û însantir bûn, em  jî ji wan medenîtir û însantir in.
Bi hezaran mesîhiyên ji Bexdayê, ji Mûsilê ji ber celadên ereb revîyane Kurdistanê, îro li Hewlêrê, li Silêmaniyê, li Dihokê, li Zaxoyê sitirî ne. Ev pîvaneke medenîyetê ye.




Pêşiyê me Selahedînê Eyûbî ye, dinya alem serê xwe ji camêrê û merdîya wî ra ditewîne.
Egîdên ereban yên herî bi nav û deng Hz. Elî Emer e, ew jî bi serîfirandinên xwe bi nav û deng in.




Fatîh Sultan Memmetê tirk pir pesnê wî didin, çer bû padîşah birayê xwe yê di pêçekê da da fetisandin. Dû ra ev bû adet, gelek padîşahan dan ser şopa Fatîh Sultan Mehmet, wan jî birayên xwe kuştin.
Lema jî pir ne ecêb e ereb bi şûran kurd jî bi çiqlên zeytûnê pêşwaziyê li Papa bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE