07 mars 2021

Kêfa însanan ji xwerexnekirinê ra tê

Hindik-rindik do pir hatiye xwendin. Bi vê yekê pir kêfxweş bûm. Nuha min bala xwe dayê, do 1069 kesî riya xwe bi hindik-rindik xistiye.

Ji bo blogeke kurmancî reqemeke pir baş e, ev tîraj nabe nesîbê her kesî.


Her roj hewqasî nayê xwendin, serdan di nabêna 300-400î da 
ye, qey îro ji ber nivîsa li ser Sûzan Samancî xanimê gelek kesan çûne nivîs xwendine. Kêfa însanan ji otokirîtîka  min ra hatiye.

Wer xuya dike fêda otokirîtîkê heye. Her tim rexnekirina xelkê nabe, carnan jî dibê meriv xwe rexne bike, kêmasî û şaşiyên xw ejî bibêje.

Ma kêmasiyên xelkê tenê hene?

Hinê caran jî dibê meriv kêmasiyên xwe jî bibêje.

Kêfa gelek kesî ji vê şêla min ra hat, do 1069 kesî nivîs xwend.

Ê madem qebûlkirina şaşiyên xwe mezîyetek baş e, çima her kes viya nake?

Xwezî her kesî kanîbûya kêmasî û şaşiyên xwe qebûl û îtîraf bikira.

Dema meriv şêlekê, tevgerekê rast bibîne, jê ra li çepika xwe, dibê meriv bi xwe jî wê fazîletê nîşan bide.
Tiştê ez zanim di nav me da ev kultur pir zeîf e, meriv şaşiyên xwe qebûl nake, serok tim rast dikin.

 


 XXX


Ji yê hoste pirsîn, gotin:

-Di jiyana xwe da îsrafa te herî zêde kir çi ye?

Hoste bersîv daye, gotiye:

-Qedrê min da kesên ne layiq.

 XXX

Pir hindik, her kes carnan şaşiyê dike. Dibê meriv şaşiyên însên jê ra bibêje. Heger meriv ”şaşiyên însên jê ra nebêje, ewê şaşiya xwe, qebheta xwe marîfet bizanibe.”

Lema jî kirîtîk baş e, bi feydeye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE