06 mars 2021

Otokirîtîkek derengmayî

 


Kitêbeke Sûzan Samancî bi navê ”Çîrokên Jinên Dilşikestî” ji alî weşanxaneya Awestayê hatiye weşandin.
Ji bo ku Suzan Samancî xanim êdî bi kurdî dinivîse pir kêfxweş bûm. Ez bawer dikim bi kurmancî ev kitêba wê ya duduya ye.
Bi kurmancî kitêba wê ya pêşî bi navê “Ew jin û mêrê bi maske“ bû û ew jî ji alî Awestayê va hatibû weşandin. Herdu kitêb jî çîrok in.

Berê bi tirkî dinivîsî. Suzan Samancî xwedî qelemeke xurt e. Min pir dixwest bi kurdî binivîse. Va ye dest pê kiriye. Bi kurmancî ev kitêba wê ya duduya ye. Pir baş e.

Hêvî dikim êdî ji bin da dev ji tirkî berde û bibe qelemeke xurt a kurmancî. Nivîskarên jin çiqasî zêde bibin ji bo edebîyat û zimanê kurdî hewqasî baş e, di edebîyata kurdî da pirrengî çê dibe.

Zêdebûna nivîskarên jin nîşana pêşketina civatekê û edebîyata miletekîye. Lema jî ez bi zêdebûna edîb û şairên jin pir kêfxweş dibim.

Bi vê minasebetê ez dixwazim qala nivîseke xwe ya li ser Sûzan Samancî xanimê bikim. Ji zû da ye min dixwest li ser vê meselê çend gotinan bibêjim.

Di sala 2003a da(16/1-2003)min nivîseke wê ya di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da derketibû(18/12-2002))rexne kiribû û hin gotinên ne xweş jê ra kiribû, jê ra gotibû "
cahil, nezan..."
Wê demê di Ozgur Polîtîkayê da dinivîsî.
 
Navê nivîssa min ” Kesê xwe nas neke nikane xelkê jî nas bike” bû.
Nivîs di rojnameya Armancê da derket.

Rexneya min ne şaş bû, lê di nivîsê da hin gotinên (cahil, nezan) min jê ra kiribûn giran bûn, ne xweş bûn.  
Nuha bûya minê ew nivîs wer nenivîsîya, wer negota, minê ew gotin bi kar neanîna.
Minê rexneya xwe bi hawakî din, maqûltir bikra. Ez tu mazeretê nakim hincet, kêmasî ya min e, ez viya qebûl dikim.

 Xwezî min wê demê ew gotin jê ra nekira, rexneya xwe bi remgekî din kiribûya.

Lê însan carnan tiştê şaş, tiştê ne xweş dike. Min jî kiriye.

Lê dema ez bi şaşiyên xwe hay dibim, ez qebûl dikim, dibêjim ez şaş bûm, ez neheq bûm.
Ez tu carî di şaşiyên xwe da, di neheqiyên xwe da israr nakim, wan înkar nakim, ji wan ra mazeretan nabînim.

Ez vê yekê nuha ji bo rexneya Sûzan Samancî xanimê jî dibêjim; xwezî wê demê min ew nivîsa xwe bi hawakî din nivîsîbûya, min dilê wê nehîşta. 
Lêborîna xwe jê dixwazim û ji bo ku êdî bi kurdî dinivîse wê pîroz dikim, jê ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE