06 mars 2021

Ezê bikujim…

Piştî salên 1975a bû, wek li Tirkiyê li Kurdistanê jî demokrasiyeke nisbî hebû. Dewletê zulm û terora xwe hinekî kêm kiribû. Dihîşt însan hin kar û xebatên legal bikin.

Xwendekar û kurdên welatparêz ji zindanan derketibûn û dest bi xebatên legal kiribûn. Li gelek bajarên Kurdistanê komeleyên kultuturî û demokratîk vekiribûn.

Di van komeleyan da civîn çêdikirin, semîner didan, gelek xebatên din yên kulturî û folklorîk dikirin. Komel tim tije xort bûn.
Li alî din ji bo ku gundî, karkir û esnaf jî werin komeleyan, ew jî têkevin nav tevgera netewî gelek hewl didan. Vê xebata wan hindek be jî berhem dida û hin gundî, karkir, esnaf diçûn wan komeleyan û li xortan guhdarî dikirin.

Rojekê xwendevanek li komelekê li ser burjuwaziyê biçûk semînerê dide. Dest pê dike, dibêje:

- Burjuwaziyê biçûk bêbext e, durû ye, bê îstîkrar e, îro hevalê te ye, sibe hevalê dijmin e, ji rizgariya welêt bêtir, li zikê xwe difikire. Li hemberî her babetê xebata şoreşgerî, netewî astengan derdixe û nahêle welat ji bin destê dijmin rizagar bibe.

Ji nav guhdarên semînerê yekî gundî gotina xort dibire, dibêje:

- Law madem ev nerindî û xerabî giş ji vî bêbavî da ye, nahêle hûn tu karê xwe bibin serî, law bira yek  ji we here xwe bi qurban ke, vî bênamûsî bikuje ! Na ku hûn nikanin, rabin nîşanî  min bidin, ezê bikujim û we ji vî kûçikvbavî xelas kim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE