01 mars 2021

Kîjan teresî ?

Piştî têkçûna şahê Îranê pasdar digrin ser mala yekî kurd, rismê şah ji dîwêr dadixînin jêr, perçeperçeyî dikin û rismê Îmam Xumeynî bi dewsê va bi darde dikin.

Çend roj di ser ra derbas dibe, îcar diçin rismê Muntezîrî li kêleka yê Xumeynî bi darde dikin.


Piştî hefteyekê dîsa hinek diçin, îcar jî rismê Serokê Meclîsê Behiştî li kêlek yê Xumeynî û Muntezîrî bi dîwêr va dadiliqînin.
Çendakî din di ser ra derbas dibe, dîsa hinek diherin. Ew jî rismê serokwezîr Recaî li kêlek rismên din bi darda dikin.

Rojeke din diçin rismê Serokkomar Benî Sadir bi darde dikin. Bi vî hawî rismên bi dîwêr va roj bi roj zêde dibin.

Lê rojekê gurûbek hîn mezin digre ser malê, malê serobinî hev dikin, tişt miştên malê li bin guhê dîwaran dixin, kitêban top dikin, kincan davêjin ji hev da. Welhasil, wek gurên har çi tê ber wan ji hev da dixînin, tevhev dikin.

Serokê pasdaran bala xwe dide rismên bi dîwêr va dardekirîne û ji xwediyê malê ra bi hêrs dibêje:

-Zû, rismê wî teresê (pêzewengê) hanê daxîne jêr!

Xwediyê malê dibêje:

-Yê kîjan teresî ?

Serokê pasdaran bi vê pirsa yê kurd har dibin û xwe çindî ser dikin, lê dixin û dû ra jî bi qîrîn tiliya xwe berbî rismê Benî Sadir dike û dibêje:

-Min got vî teresî daxîne, te fêm kir?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE