Rojekê xortek, apê Mûsa Anter rexne dike, jê ra dibêje:
-Ev halê îro em tê da ne giş ji ber kêmxîretîya pêşiyên me
ye, heger we jî di wexta xwe da wek me xebat bikira, nuha me yê ji sifirê dest
pê nekira.
Apê Mûsa dikene, ji xort ra dibêje:
-Bavê apê xwe, çaxa me dest pê kir, rewş bîst derece di bin
sifirê da bû, heta ku me ji we ra gihand dereca sifirê çermê enîya me qetiya.
Pîra kurd li Stenbolê di otoboza belediyê da bi nezaket ji
yê kêleka xwe pirsî:
-Begefendî, ma tu pûlis î?
Muxatabê pirsê şaş ma:
Got:
-Na, ez ne pûlis im.
Pîrê, dîsa bi kibarî pirsî:
Baş e, birayê te pûlis e?
Mêrik got:
-Na, birayê min jî ne pûlis e.
-Baş e, apê te, xalê te ya jî ji xezûranê te, kesî pûlis
tuneye?
Mêrik tu mane neda van pirsan, lê dîsan jî dev ji nezaket û
kibariya xwe berneda û got:
Na xaltî na, ne ji malbata min û ne jî ji xezûranên min tu
kesê pûlis tuneye.
Li ser vê bersîvê pîrê qîriya, bi dengekî bilindtir got:
Ê hey ehmeq, madem wisa ye wê gavê nigê xwe ji ser nigê min
rake, ev seeteke te nigê min pelçiqand !
Şertê çênebûna derbeyên leşkerî
Ji Parlamentoya Ewrûpa heyetek çûbû Tirkiyê. Hin
parlamenterên tirk ew ezimandibûn şîvê. Heta derengê şevê xwarin, vexwarin. Ji
xwe ra dest bi sohbatê kiribûn. Ji heyeta parlamenterên Ewrûpa yekî ji
parlamenterekî tirk ê li kêleka xwe ra got:
- Ma ewê kînga li welatê we dawiya îhtîlalên leşkerî werin
lo?
- Kînga ku her generalekî me bi derbeyekê carekê bû
serekkomar û welat ji felaketê xelas kir, wê çaxê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar