Du siyasetmedarên ji hev ne xweş li qahwexaneyekê hatin kêlek hev. Yek ji wî, yek ji yê din, her du rabûn hev, xwe li hev rakişandin. Di wê qereperê da yekî ji yê din ra got ”qebrax!”
Çer got qebrax, yê hember wek temekî ku heft sal be bê ruh
be, got terp û ket erdê.
Yên li dorê ava sar lê ruyê wî kirin, şîrmaq kirin,
hejandin, çi kirin jî mêrik bi xwe
nehesiya...
Di wê nabênê da yekî xwedî tecrûbe hat, got çiye, çi bûye?
Gotin wele ew û siyasetmedarê hember rabûn hev, piştî hinek
xire-cir, jê ra got ”qebrax!”
Bi bihîstina gotina ”qebrax” ra ji hêrsa xwe wenda kir, got terp û ket erdê. Em
dikin nakin nayê ser hişê xwe.
Yê xwedî tercûbe got:
- Wê de herin, ezê a nuha wî şiyar bikim.
Wiha got û çû devê xwe kir kerika guhê yê xewirî û bîstekê di guhê wî da kire
pistepist.
Mêrik çer devê xwe ji guhê wî derxist, yê me bû bistim, bi
derbekê da holî ser xwe bû û bi kêf û şêkiriyeke mezin çû lep û ruyên yên li
dora xwe. Heta çû lep û ruyê yê jê ra gotibû ”qebrax” jî.
Yên li wir giş mit û
mat man, gotin:
- Te jê ra çi got ku ev mêrik wiha hat ser hişê xwe û
hewqasî jî minettar ma?
Mêrik got:
- Min di guhê wî da çel carî got ”qebrax, qebrax !”; piştî
cara çelî ew jî êdî fêr bû, ev gotin êdî
pê tade nayê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar