02 mars 2021

Pirbûna jinên wergêr min kêfxweş dike

 


Weşanxaneya Avestayê çar kitêbên hêja li kitêbxaneya kurdî zêde kirine. Her çar kitêb jî werger in.

Fahriye Adsayê, "West û Omerxalî" ji ingilîzî, Hatîce Kiliçê, hemû şi’rên Furûx ji farisî, Aynûr Kaşê, "Odeya Woolf "ji ingilîzî, Hêja Netirkê jî "Li Benda Godot" ya Samuel Beckett ji ingilîzî wergerandine.

Wek hûn dibînin herçar werger jî jin in. Ez bi xwe bi vê yekê gelkî kêfxweş bûm.

Di van 20-30 salên dawî da jinên xwendin û zimanan fêr bûn pir in, ev yek di civata me da pêşketineke nuh û guherîneke sosyolojîk e, pir baş e. Di dema me da(1970-1990) tiştekî wiha tunebû.

Berê kurdên bikanîbûna ji îngilîzî, ji fransî, ji almanî, ji îspanî û îtalî werger bikirana tunebûn, me berhemên biyanî bi tirkî dixwend.
Tiştek tercumeyî kurdî nedibû. Weşanxaneyên me tunebûn, yek du hebên hebûn jî kitêbên siyasî û bi tirkî çap dikirin; kitêbên bi kurdî, wergerên bi kurdî pir û pir hindik bûn.

Ji xwe di wan salan da li Kurdistanê kesên kanîbûn bi kurmancî bixwînin û binivîsin bi qasî tiliyên destekî bûn.

Lê van 30 salên dawî bi xêra weşanxaneyên Avesta, Nûbiharê û hinên din, êdî kurd jî ji zimanên yekê wergerê dikin. Ev yek jî ji bo pêşketina zimanê me îmkan û destegek pir muhîm e.

Zimanê tirkî, edebîyata tirkî bi xêra wergerê bi pêş ket. Tirkan di sadsala 19a da, bi dewra Tanzîmatê ra dest bi wergera eserên, klasîkên rojavayî kirn û bi vê riyê zimanê xwe, edebîyata xwe gelkî bi pêş xistin.

Yê me kurdan tu carî îmkaneke wiha çê nebû, çimkî dewleteke me tuneye.
Heta sala 1980î li Diyarbekrê kesekî me yê bikanîbûya bi xerîbekî ra, bi turîstekî ra bi îngilîzî bipeyivîya tunebû.

Lê nuha ez bala xwe didimê bi sedan kesên kanin ji gelek zimanan wergerê bikin hene. Jinên wergerê dikin pir bûne.

Him xwendinê û zêdêbûna xwendekaran û him jî diaspora kurd bû sebebê kurd gelek zimanan fêr bibin û gelek klasîkên dinyayê ji zimanê yekê wergerînin kurmancî. Ji bo edebîyat û pêşketina zimanê me werger tiştekî pir baş e, ewê fêdeyeke mezin bigihîne edebîyat û zimanê me.

Di parastin û pêşxistina zimnên û zargotinê da rola jinan pir e. Jinan zimanê me, edebîyata me ya devkî parastin, fêrî zarokên xwe kirin. Nuha jî bi rêya wergerên/tercumeyên xwe dîsa ji zimanê me ra xizmeteke mezin dikin.

Di ware wergerê da hema hema li her welatê pêşketî jin li pêş in, zêde ne. Ez bawer dikim li Tirkiyê jî wisa ye, jimara jinan ji ya mêran zêdetir e. Lê ba me kurdan heta van salên dawî jî jinên werger dikirin ya tunebûn ya jî pir hindik bûn. Lê nuha ez dibînim ev rewş guherîye, jimara jinên wergerê dikin pir bûne. Gava jimar zêde bibe, tercumanên herî baş jî ewê ji nav jinan derkevin. Ez bi xwe vê yekê wek pêşketineke pir baş dibînim.

Esas di kîjan warî da dibe bira bibe, jin hebin, bi pêş kevin, ji bo civata me, kultur, ziman û edebîyata me baş e.
Ez, Fahriye Adsayê, Hatîce Kiliçê, Aynûr Kaşê û Hêja Netirk xaniman yek bi yek ji bo van wergerên wan pîroz dikim û dibêjim mala we ava be, hebûna we, karên hûn dikin min dilşa dike.

XXX

Edebîyat helbet ne ilim e, lê belê bêyî zanîneke edebî jî nabe. Hema her kesê tiştekî bi kurmancî binivîsîne nabe edebîyat; nabe roman,çîrok û şiîr.

Erê edebîyat bi zimên dibe, lê jê ra zanîn û pîvanên estetîk lazim e. Dibê eser bi xwendevan ra hestekî xweş peyda bike, zewqekê bidê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE