02 mars 2021

Tirk dibêjin ewê HDPê jî bigrin

 


Wekîlê serokê grûba AKPê yê meclîsê Cahît Ozkan, li ser girtina HDPê gotiye, ”HDP, piştî ku wek siyasî hat girtin, huqûqî jî ewê were girtin. Înşela emê di huzûra miletê xwe da HDPê bigrin…”

Hûn bêminet in, heger hûn negrin hûn ji xwe xerabtir in.

Ji xwe nuha jî di praktîkê da we girtiye.

Çimkî HDP nikane tev bigere. Hûn nahêlin wek partiyeke siyasî bixebite. Tenê nav heye, hema wî navî jî rakin baştir e.

Hûn her roj wek gurên har digrin ser malên endamên HDPê. Roja hûn çend heban negrin tuneye.
We bi hezaran kurd xistine zindanê, bi hezaran reviyane derveyî welêt.

Çend parlamenterên mane, hûnê wan jî têxin zindanê û kilîtê li derîyê HDPê xin.
Nêta we ev e, hûnê viya bikin.

Êdî tu tiştekî me û we, di tu warî da bi hev ra nemaye, dibê em ji hev veqetin.

Dibê êdî hedefa her kurdî ev be, veqetandin be, Kurdistaneke serbixwe be.

Dibê kurd çêkirina partîyeke din ji rojeva xwe derxin, dev ji vê lîstikê û pêkenînê berdin.

Heta nuha we 9 partî hatin vekirin, lê tirkan her 9 partî jî girtin.

Bi girtina HDPê jimar ewê bibe deh(10).

Bi bawerîya min çêkirina partiyeke din ne rast e, pêkenîne. Dibê hedef êdî tiştekî din be, serxwebûn be.
Kurdê hîn jî bixwaze bi tirkan ra bimîne, here meclîsa tirkan bêxîret e, pîs e, dixwaze navmalî û bindestê tirkan bimîne. Kurdên wiha ji me ra ne lazim in, bira ji we ra bin.

Lê kurdê heysîyet pê ra hebe, nexwaze wek bindest û xulamê we bijî, ji nuha û pê da ewê ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe û welatê xwe bixebite, viya ji xwe ra bike armanc.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE