03 mars 2021

Çewtî ji meriv ra dibin tecrûbe

Kesê bê kêmasî, bê xeta tuneye. Merivê herî mikemel jî kêmasîyeke wî heye, carnan şaşiyan dike.

Dema meriv şaşiyekê dike meriv pê diqehere, ji xwe ra dibêje, xwezî min ev şaşî nekiriba.

Lê meriv ji her çewtîya xwe dersekê jî digre, çewtî tecrûbeya meriv zêde dike. Meriv pê nahese lê belê bi zêdebûna tecrûbeyan ra çewtiyên meriv kêm dibin; giş dikevin ser hev, ji meriv ra dibe zanîn.

Em ji pêşiyên xwe, ji tarîxa xwe pir gazinan dikin, dibêjin çima wiha, wiha nekirin. Û li ser do, bûyerên do, bûyerên bûne tarîx em bi hev dikevin.

Di viya da tu fêdeyeke me tuneye. Helbet dibê em bizanibin do çi qewimî, kê çi kir, ev gelkî muhîm e.

Lê îro ji do muhîmtir e, dibê em ji do, ji tarîxa xwe, ji şaşiyên xwe û pêşiyên xwe ders û tecrûbê bigrin, ev temam e û îro tiştên hîn baştir bikin, kêmasî û şaşiyên do dubare nekin.

Heger me wiha kir, me ji tarîxa xwe, ji çewtiyên xwe ders girtiye. Wê demê emê kanibin jib o zarokên xwe pêşerojeke baştir amade bikin.

XXX

 Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye:

”Ji bo ku rexne kiriye ya jî ji bo ku fikrê xwe gotiye nabe tu kes ji azadîya xwe were mehrûmkirin.”

Gava bi meriv ra heya tunebe, rûşuştî be kane her tiştî bibêje. Lema jî mêrik xwe baş berdaye.

Erdogan belasebeb van derewên bi boçik nake. Bi îhtîmaleke mezin ji Yekîtiya Ewrûpayê dibêje, ji bo ku çend qurişên din ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre. Jê ra pere lazim e, lema jî mêrik heta jê hatiye xweş kiriye.

XXX

Di bîntengiyê, bêhêvîtiyê da xêr tuneye, baştir e sibehan gava meriv ji xew rabû li tiştê pozîtîf bifikire, dilê meriv, serê meriv mişt karên baş, hedefên baş be. Gotineke meşûr e, jiyan wek neynikê ye, tu pê ra bikenî, ewê jî bi te ra bikene.

-Ji do dersê bigre, îro bijî, ji bo sibe bi hêvî be.

Albert Einstein

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE