03 mars 2021

Tirkiyê kitêbeke din qedexe kir !

 


Mahkima Sulh Cezê ya Mêrsînê ya Tikriyê kitêbeke din a weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye.

Kitêba Sheri Laizer ya bi navê ”Yên şehîd, yên xayin û yên welatperwer-ji şerê kendavê heta roja me Kurdistan.”
Piştî qedexekirinê kitêp dane topkirin.

Qey ewê bişewitînin.

Bi tirkan û bi dewleta wan a xwedêgiravî navê wê dewlet e dikeve.


Dewleta di sedsala 21ê da kitêban qedexe bike hebe çi ye, tunebe çi ye.

Ji bo ku hûn kitêbên li ser kurd û Kurdistanê qedexe dikin ji bo Avestayê, ji bo me kurdan ne şerm e, ne jî kêmasîyeke.

Lê ji bo dewletekê rûreşî ye. Feqet hûn li ber xwe nakevin. Heger hûn li xwe biketana we kitêb qedexe nedikir û dest nedida ser.

Hûn şerm nakin, lê nevîyên we ewê ji ber van kirinên we şerm bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE