Di wext û zemanekî pir kevn da derwêşekî pir kufurbaz hebû. Derwêşekî baş bû, şêxê wî pir jê hez dikir.
Lê şêx ji kufurbazîya wî nerehet bû. Şêx, ji bo ku derwêş ji
wî exlaqê wî yê xerab xelas bike pirr li ber geriya, gelek şîret lê kir, lê
pere nekir.
Derwêş kufurbaziya xwe domand.
Şêx bala xwe dayê ev îş bi gotinê, bi şîretan nabe, derwêş dev ji kufurbaziya
xwe bernade. Rabû li hebek peqle* xwen, pif kirê û da derwêş û jê ra got:
-Lawê min, a ji te
ra vê heba peqlê têxe bin zimanê xwe, bira tim di bin zimanê te da be, tenê bi şev, wexta raketinê derxe. Înşalah ewê Xwedê teala li te were keremê, tu
yê dev ji vê kurfurbazîya xwe berdî.
Derwêş daxwaza şêxê xwe qebûl kir û heba peqlê xist bin zimanê xwe.
Heta peqle di bin zimanê derwêş da ba, bi rastî jî derwêş xeber nedida. Kêfa
şêx gelekî ji vê yekê ra hat, ji xwe ra
digot wele ji wî pîşikê xwe yê xerab xelas bû.
Rojeke şilî û şepelî bû, xime xima baranê bû. Şêx û derwêş bi lez ji kuçeyekê derbas dibûn.
Keçikekê serê xwe ji paca mala xwe derdist û gazî wan kir, got:
- Apê şêx, apê şêx! hela ji kerema xwe ra hinekî bisekine.
Şêx jî di dilê xwe de dibêje, qey yek nexweş e ya jî li ber
mirinê ye, ewê herin li ser bixwînin. Lema jî demeke dirêj di bin wê baranê da
dipên.
Lê şêx bala xwe didê kes nayê. Ji derwêş ra dibêje:
-Hela here li derî xe, bêje çima em dan sekinandin ?
Derwêş diçe li derî dixe. Kiçik serê xwe ji pacê derdixe, dibêje:
- Apo, hela xêra xwe hinekî din jî bisekinin...
Şêx û derwêş bîsteke din jî di bin baranê de dipên, wer şil dibin
ku deziyakî zuha di wan da namîne. Tam biryara xwe didin herin, keçik dîsa serê
xwe ji paçê derdixe, dibêje:
- Apo, nuha hûn kanin herin.
Li ser vê şêx dibêje:
Keça min, çima we di bin vê baranê da hewqasî em dan payin,
xêr bû?
Keçik dibêje:
-Apo, dibêjin çaxa mirîşk qurp ketibe, meriv di rojeke baran da li şaşika serê meleyekî mêze bike, çêlik giş dibin mirîşkên bi kumik û mezin. Diya min hêk dikir bin mirîşkê, ji bo
ku em li şaşika serê te binêrin, me hûn dan sekinandin...
Bi bihîstina vê gotina keçikê ra şêx dîn bû, vegerîya ser derwêş, jê
ra got:
-Law Mihemed, zû wê peqleyê ji bin zimanê xwe derxe...
Peqle, bi navekî din fûl jî tê gotin. Ji malbata peqlan, fasûliyan e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar